Sinan Çîftyurek: Heta pirsa kurd çareser nebe tundî ji holê ranabe

Nûçe

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sinan Çîftyurek, di axaftineke xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bal kişand ser bingeha tundiya li welat û destnîşan kir, çaresernebûna pirsa kurd sedema sereke ya hemû cureyên tundiyê ye.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sinan Çîftyurek îro 23ê Nîsanê di civîna parlamenê de li ser mijara zêdebûna tundiya li dibistanan û li nava civakê axivî. Çîftyurek diyar kir, tundiya îro li Tirkiyeyê belav bûye, encama siyaseta 106 salan a li hemberî pirsa kurd e.

Çîftyurek ji Kurdistan24ê re got: “106 sal in komara Tirkiyeyê nekariya pirsa kurd çareser bike ku sedema hemû tındiyan, çaresernebûna pirsa kurd e. Heta pirsa kurd çareser nebe, tundî jî ji holê ranabe.”

Parlamenterê Wanê rexne li helwesta dewletê girt û diyar kir ku tevî hemû daxwazên aştiyane û helwestên erênî, dewlet hîn jî ji naskirina fermî ya kurdan direve. Çîftyurek got: “Ne tenê PKK, hemû partî û rêxistinên kurdan piştgiriya çekdanînê dikin. Lê pirsgirêk ew e ku dewlet îro peyva ‘Kurd’ jî nas nake. Dewlet ji peyva kurd direve.”

Sinan Çîftyurek di dawiyê de daxwazên bingehîn ên gelê kurd dubare kirin û tekez kir: “Kurd zimanê xwe, nasnameya xwe û statuyê dixwazin.”

/Çawkani: K24/

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî: Bombebarana Qeladizê Hewldaneke Bêencam a Têkşikandina Îradeya Gel bû
Koçberên Efrînê yên li Qamişloyê di nav gemarê de dijîn

Nûçeyên Sereke