NÛPEL – Hunergeha Welat a ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe yên hunerî didomîne, berhemeke nû pêşkêşî hunerhezan kir.
Ev berhema nû straneke gelêrî ye ku bi navê “Keynê – Dilê bê dil” hatiye amadekirin. Stran ji aliyê hunermend Selîmê Temo ve hatiye gotin û li ser hesabê YouTube yê Hunergeha Welat hatiye belavkirin. Selîmê Temo bi dengê xwe yê taybet rengekî nû daye vê strana gelêrî.
Amadekarên stranê Şero Hindê û Mehmûd Berazî ne; her wiha Yûsif Osman aranjeya stranê kiriye û Kawa Xalid jî karê mîksê girtiye ser xwe.
Klîpeke li ser çanda Kurdan
Klîpa stranê ji aliyê Mihemed Mûsa ve hatiye amadekirin. Di vîdeoyê de dîmenên xwezaya Kurdistanê û cil û bergên Kurdî yên resen hatine bikaranîn. Di klîpê de lîstikvan bi cilên Kurdî û amûrên muzîkê yên wekî saz, keman û daholê derdikevin pêşberî temaşevanan.
Xebatên Hunergeha Welat
Hunergeha Welat bi salan e ji bo parastin û bipêşxistina muzîka Kurdî dixebite. Wê heta niha gelek stran û klîpên ku bala xelkê dikişînin belav kirine.










