NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi daxuyaniyekê ragihand ku Hector Guerrero Flores, ango bi navê xwe yê nas “Nino Guerrero”, yê ku serokê rêxistina sûc a navneteweyî “Tren de Aragua” ye, di encama operasyoneke asmanî de hatiye kuştin.
Trump, li ser platforma xwe ya medya civakî ya bi navê Truth Social agahî parve kir û diyar kir ku ev operasyon bi hevahengiya rayedarên Venezuelayê hatiye lidarxistin. Di daxuyaniya xwe de Trump destnîşan kir ku Nino Guerrero, ku wekî kesayeta sereke ya çeteya Tren de Araguayê dihat naskirin, di êrişa artêşa Amerîkayê de hatiye hedefgirtin û encam hatiye bidestxistin.
Ev bûyer di demekê de rû dide ku rêvebiriya Trump, piştî destbikarbûna xwe, giranî dabû têkoşîna li dijî çeteyên navneteweyî. Trump, rêxistina “Tren de Aragua” jî di nav de, çend komên sûc ên biyanî xistibû lîsteya “rêxistinên terorê”.
Heta niha ji aliyê rayedarên Venezuelayê ve derbarê vê daxuyaniyê de hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.









