Peyama Ocalan: Divê tevlîkirina gel a nav hemû biryaran wekî esas bê girtin

Nûçe

AMED (Nûpel)- Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk re peyam şand û bal kişand ser ku entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya herêmî dikare wateyekê qezenc bike. Ocalan wiha got: “Divê tevlîkirina gel a nav hemû biryaran wekî esas bê girtin. Divê şaredarî bi aqilê qirtasiyecî yê piçûk neyên birêvebirin.”

Di konferansa ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) ve, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bi dirûşma “Komûn şaredarî ye, şaredarî komûn e” hat lidarxistin de, peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hat xwendin.

Peyama ku ji aliyê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir ve — ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin — bi kurdî hat xwendin wiha ye:

“Ji bo hemû delegasyon û beşdarên Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê;

Di piranîya dîrokê de, di civakê de diyardeya rêveberiyê li ser bingeha herêmî, li ser cih; bi îfadeyeke din, li ser bingeha xwe-rêveberiyê bû. Heta di giravbûna dewletê de jî piranî rêveberiyên herêmî rêzik bûn, desthilatdariya navendî jî îstîsna bû. Hiqûqê ku derbasdar bû, hiqûqê herêm û herêmê bixwe bû. Ev kevneşopî, ji aliyê modela dewlet-netewe ya navendîparêz a hişk, yekperest û homojen a modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawî ve hat xerabkirin. Çavkaniya sereke ya hemû pirsgirêk û xitimandinan jî sepandina vê modelê û lixwakirina wê ya li ser cîhanê bû.

Bi her du şerên cîhanê re, hemû cîhan û di serî de welatên Ewropayê yên ku ev hişmendî afirandin, êşên ku faşîzmê rênîşan kirin heta moxika hestiyên xwe jiyan û dijîn. Ji salên 1950’yî û vir ve hiqûqê herêmî, herêmî, neteweyî û çandî, her çend bi sînor be jî, ji nû ve hat pênasekirin û derbasî destûra bingehîn a demokratîk bûn. ‘Şerta Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê’ ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê qebûl kirine û pejirandine jî berdawamiya vê pêvajoyê ye. Vegara li demokrasiya herêmî bûye rizgariya welatan û nefesa civakan.

Li Rojhilata Navîn ku rola Tirkiyeyê tê de sereke ye, eger şansê îfadeya demokratîk ji bo tiştên herêmî û herêmî bê naskirin, dê dabeşeke mezin a pirsgirêkan hêsantir bê derbaskirin. Bi taybetî rakirina şerhên li ser demokrasiya herêmî, dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de li herêmê bi hêz bike. Ji bo çareseriya demokratîk hestiyar; Hem ji bo civakan û hem jî ji bo dewletan ji nû ve avabûn şert e. Herikîna giştî û hewcedariya serdemê jî ber bi kêmkirina navendîbûnê û zêdekirina herêmîbûnê ve ye. Li dijî herikînê ajotina kûrekan, berxwedan, kûrkirina krîza siyasî, aborî û ekolojîk a heyî ye. Nitekim sedsalek wiha hatiye windakirin û bi her kesî daye windakirin.

Nabe ku mirov bikeve nav wê şaşwaziyê ku li bende be ku strukturên navendî yên antîdemokratîk bixweber veguherin. Têkoşîna rêxistinkirî ya pêkhateyên herêmî û çandî yên demokratîk ku berdewamî bi dest xistine, di lezandina veguherînan de diyarker bûye. Demokrasiya herêmî û destûrên demokratîk jî di encama têkoşînên bi vî rengî de hatine pêşxistin.

DEMOKRASIYA HERÊMÎ FORMÛLA ÇARESERIYÊ YE

Formûla ‘demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk’, formûla çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e jî. Şahdemara entegrasyona demokratîk a ku me hewl da di Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk de pêş bixin, demokrasiya herêmî ye. Entegrasyona demokratîk tenê dikare bi demokrasiya herêmî wateya xwe bibîne. Di çavkaniya polîtîkaya qeyûman a ku salên dawî de tê sepandin de jî tunebûna demokrasiya herêmî heye. Li welatekî ku demokrasî bi vî rengî bi hêsanî dikare bê înkarkirin, tu pirsgirêk nayê çareserkirin û diyar e ku nehatiye çareserkirin jî.

Pirsgirêka Kurd di asta rêveberiya herêmî de gihîştiye qonaxa çareseriyê. Ne tenê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, bi giştî ji bo Tirkiyeyê riya derbaskirina pirsgirêkên heyî yên rêveberiyên herêmî, di demokrasiya herêmî ya bihêz re derbas dibe. Di çarçoveya hiqûqî de misogerkirina demokrasiya herêmî formûla çareseriyê ya herî rasteqîn û yekane ye. Ya ku ji bo Sûriye, Îraq û Îranê jî pêwîst e, sepandina tam û kamil a demokrasiya herêmî ye. Antîdota hemû neşeyan siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Tenê bi vî rengî gihîştina civaka demokratîk gengaz e.

Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasî û komûna demokratîk jî herêmî ye. Pêşxistina şaredariya gel a komûnal û demokratîk, di vê rêyê de vekirina rêyan e. Ji bo vê yekê divê modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk ên li ser bingeha gel bên pêşxistin, ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û monopolbûnê. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; eger keda gel bibe yek, tu pirsgirêkek ku neyê çareserkirin nîn e.

Divê hişmendiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, divê di şiklê torgilokeke berfireh a civakî de ji komûnên gund-taxan bigire heta kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl bigire heta saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê bigire heta parêzvanên mafên zarok û ajalan, ji ciwanan bigire heta ekolojîstan, li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk pêk bîne. Di serî de jin, divê girîngî bidin xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê. Divê qadên hilberînê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe çareserî bê dîtin. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên hûnandin.

ŞAREDARÎ NE DEWLETA PIÇÛK E

Divê tevlîbûna gel a rêveberiyê û tevlîkirina nav hemû biryaran wekî esas bê girtin. Konseyên Bajar, Meclîsên Bajar dikarin bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin. Eger şaredariya gel a demokratîk bê pêşxistin, gel xwedî li şaredariya xwe derdikeve; bi hêsanî rûdanên antîdemokratîk ên mîna tayînkirina qeyûman jî nikarin pêş bikevin.

Şaredarî ne dewletçûna piçûk e. Lê pergala ku tê sepandin mîkro dewlet e. Hem di warê felsefî hem jî di warê pratîkî de divê mirov ji vê ramanê xilas bibe. Şaredarî ne mîkro dewlet in, komûn in. Li Ewropayê bingeha şaredariyê komûn e. Di nav Kurdan de jî ‘kombûn’ e; koka wê dispêre hezar sal berê û ji van axan dirêjî Ewropayê dibe.

Dewlet makro difikire û nêzîk dibe, komûn jî mîkro çareseriyan hildiberîne; di navbera her duyan de diyalog, muzakere û pêşbaziyek çêdibe lê pevçûn çênabe. Bi vî rengî civaka sivîl dibe fonksiyonel, vediguhere saziyên çandî, civakî û aborî yên rastîn. Li şaredariyên ku zemin û derfeta van hemûyan in, divê ruhê komûnê bê pêşxistin û hemû xebat bi vê ruhê bên meşandin. Tenê nîqaş têrê nake, êdî dema avakirin û pêkanînê ye.

Me di Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de li şûna çînê, komûn danî û nîqaşên kûr hatin meşandin. Em ne çînê û ne jî dewletê înkar dikin. Lê dewlet mîna ur (şêrpençe) mezin dibe. Senteza me ya dewlet û komûnê; wekî bersivek ji bo şerên bêwate û îdealîzekirina zêde ya çînperestiyê ya ku rû daye û bûye sedema tengasiyên mezin, pêş dikeve. Em vê yekê roj bi roj nermtir dikin. Panzehira vê yekê, veguherandina têkiliya komûn û dewletê ya ber bi têkoşîn û pêşbaziyeke demokratîk ve ye. Tiştê ku herî dawî li Sûriyeyê hat xwestin ku bê kirin, ji vê aliyê ve girîng e; li Îraqê jî pêwîst e ev yek bê sepandin. Li Kerkûkê hilbijartina waliyekî Tirkmen mînak e; Tirkmen li vir ne mîkro dewletek, dikarin bibin komûnek ku naveroka wê bixwe diyar dikin.

Divê şaredarî bi zihniyet û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebirin; nabe ku bi hişmendiyeke piçûk a qirtasiyegeriyê bên birêvebirin. Ji paqijiyê bigire heta hilberîna erzan, ji perwerdeyê bigire heta tenduristiyê, ji veguhastinê bigire heta ekolojiyê, ji hemû hewcedariyên bajaran re bi hişmendiya komûnê çareserî dikarin bên dîtin. Bes ku bi hişmendiya ‘şaredarî komûn in’ tevger bê kirin û daxwazên vê yekê bên bicihanîn.

Di Pêvajoya Aşitiyê û Civaka Demokratîk de serkeftina di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de dê bibe sedema geşedanên nû; dê hêzeke zêdetir bide zemin û asta muzakereya demokratîk. Ez ji bo her kesê ku di xebatên pratîkkirina şaredariya gel a demokratîk de bi ciddiyeta ku dê vê pêvajoyê pêş bixe cih digire re serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku Konferansa Rêveberiyên Herêmî jî bi serkeftî derbas bibe, silav û hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim.

24.05.2026

Abdullah OCALAN 

Girava Îmraliyê”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê Dest pê dike
Mordem Zel: Di Navbera Kelecana Ciwanan û Berpirsiyariya Medyayê de: Bûyera Alayê û Hişmendiyê

Nûçeyên Sereke