Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da: Demên xebatê hatin dirêjkirin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Parlamentoya Tirkiyeyê bi biryareke nû, destpêkirina bêhnvedana xwe ya havînê paşxist û biryar da ku xebatên xwe bidomîne.

Biryara fermî ya têkildarî vê mijarê di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî plana normal, diviyabû Parlamentoya Tirkiyeyê di 1’ê Tîrmeha 2026’an de bikevota bêhnvedanê, lê bi vê biryarê re dema xebatê hat dirêjkirin.

Bêhnvedan hat paşxistin

Di çarçoveya Xala 93’yan a Destûra Bingehîn û Xala 5’an a Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoyê de, dema bêhnvedanê ya ku di 1’ê Tîrmehê de dest pê dikir, hat betalkirin.

Ev biryar di rûniştina 16’ê Hezîranê ya Desteya Giştî de hat girtin. Parlamentoya Tirkiyeyê, tevî ku dem nêzîk bûbû, biryar da ku bêhnvedanê paş bixe û xebatên xwe yên yasayî bê navber bidomîne.

Van jî bibîne

 

Hevdîtinên Peyasê Ya 1’emîn li Gundê Esentepeyê domiya
Qezaya tirajîk a li Karamanê: 3 zarokên karkerên demsalî jiyana xwe ji dest dan

Nûçeyên Sereke