Hevdîtinên Peyasê Ya 1’emîn li Gundê Esentepeyê domiya

NÛPEL – Şaredariya Peyasê di çarçoveya “Hevdîtinên Peyasê ya 1’emîn” de, vê carê bi niştecihên Gundê Esentepeyê re civiya. Hevdîtinên ku ji bo tax û gundên girêdayî navçeya Peyasê tên lidarxistin, bi beşdariyeke berfireh û çalakiyên cihêreng hatin organîzekirin.

Di çalakiyên ku li 26 cihên cuda hatine plankirin de, tîmên şaredariyê xizmetên berfireh pêşkêş kirin. Cîgirên Hevşaredaran jî beşdar bûn û rasterast bi hemû niştecihan re hevdîtin kirin.

Ji bo zarokan boyaxkirina rû, lîstik û çalakiyên sporê, ji bo ciwanan bernameyên taybet, ji bo jinan atolye, ji bo hemû niştecihan jî kontrolên tenduristiyê yên giştî hatin lidarxistin. Her wiha ji bo astengdar û kal û pîran xizmetên lênihêrîna kesane hatin dayîn.

Tîmên gerok ên şaredariyê bi standên amadekirî li gund xizmetên cuda pêşkêş kirin û daxwazên niştecihan bi awayekî rasterast hatin guhdarîkirin.

Armanca sereke ya van hevdîtinan ew e ku bi gel re li cihê cih bên gel hev, daxwaz û pêşniyazên wan bên guhdarîkirin, hevgirtina civakî bê xurtkirin û çanda jiyana hevpar were geşkirin. Rayedarên Şaredariya Peyasê diyar kirin ku bi van hevdîtinan dixwazin pirsgirêkan zûtir û bi bandortir çareser bikin.

Hevdîtinên Peyasê ya 1’emîn wê di tevahiya demsala havînê de li tax û gundên cuda yên navçeyê berdewam bikin.

 

Van jî bibîne

 

YPJ ji bo statuya xwe ya yasayî bi Şam û Washingtonê re di nava danûstandinan de ye
Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da: Demên xebatê hatin dirêjkirin

Nûçeyên Sereke