Surprîza Mezin di Kûpaya Cîhanê de: Spanyayê nikaribû Giravên Poz Heşîn têk bibe!

NûçeSpor

NÛPEL – Giravên Poz Heşîn (Cape Verde) ku di dîroka xwe de cara yekem e beşdarî Kûpaya Cîhanê dibe, di maça xwe ya yekem de li hemberî Şampiyonê dawî yê Ewropayê Spanyayê bê golek fedişand û xalek giranbiha bi dest xist.

Di maça yekem a Koma H ya Kûpaya Cîhanê ya 2026an de, Spanya û Giravên Poz Heşîn li Stadyuma Mercedes-Benzê hatin pêşberî hev. Ev rûbirûbûna ku bi kelecaneke mezin hat şopandin, bi wekheviya 0-0 bi dawî bû.

Zextên Spanyayê Bêencam Man

Ji destpêka maçê heta sîgla dawiyê Spanya tîma ku kontrol di destê xwe de digirt û bi bandor bû. Şampiyonên Ewropayê gelek êrîşên girîng birin ser keleha Giravên Poz Heşîn, lê nkaribûn gogê bi tora wan re bigihînin û maç weke ku dest pê kiribû, bê gol bi dawî bû.

Di Maça Yekem de Xala Yekem

Bi vê encamê re, Giravên Poz Heşîn ku cara pêşîn e di fînalên Kûpaya Cîhanê de cih digire, bi xalekê dest bi rûmeta turnuyayê kir. Li aliyê din, yek ji favoriyên mezin Spanya jî di derketina xwe ya yekem de neçar ma ku bi xalekê razî bibe.

Stêrkên Super Lîgê li Ser Erdê Bûn

Di nava lîstikvanên Giravên Poz Heşîn de transferê nû yê Trabzonsporê, Sidny Cabral, 76 xulekan di lîstikê de ma. Navê din ê Trabzonsporî Wagner Pina di vê maçê de şansê lîstikê bi dest nexist. Lîstikvanê Başakşehirê Nuno Da Costa jî di xuleka 61ê de daxilî lîstikê bû.

Maçên Paşerojê:

Di maça bê ya komê de, Spanya dê rûbirûyî Erebistana Siûdî bibe.

Giravên Poz Heşîn jî dê li hemberî tîma bihêz a Uruguayê derbikeve qadê.

Belçîkayê ji Misirê re Rê Nedît

Di maça din a rojê de tîmên Belçîka û Misirê hatin pêşberî hev.

Misirê di xuleka 20an de bi gola Ashour 1-0 pêş de ket. Belçîkayê tenê 8 saniye piştî ku Romelu Lukaku daxilî lîstikê bû, pê re wekhevî (1-1) bi dest xist. Di maçê de golên din çênebûn û herdû tîm bi xalekê ji qadê veqetiyan.

Van jî bibîne

 

Sira ku bi Sedsalan e di Navbera Licê û Hênê de Nehatiyê Çareserkirin
Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

Nûçeyên Sereke