Mîrateya Dîrokî ya li Ser Çemê Dîcleyê: Pira Farqînê

Nûçe

AMED (Nûpel) – Pira Farqînê ya dîrokî ku li navçeya Sûra Amedê li ser Çemê Dîcle hatiye avakirin, bi mîmariya xwe ya bêhempa û rabirdûya xwe ya kûr, weke yek ji sembolên herî giring ên herêmê li ser piyan e. Ev pira ku di nav gel de ji ber hebûna deh valahiyan mîna “Pira Deh Çavî” tê naskirin, di hin çavkaniyên dîrokî de jî ji ber ku li ser rêya kevn a Farqînê ye, weke “Pira Farqînê” tê binavkirin. Pira ku 3 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, di xala girêdana navenda bajêr, bajaroka Kehbê û gundên derdorê de roleke girîng a veguhastinê dileyize.

Ji Pira Farqînê Heta “Pira Deh Derî”: Çîroka Asîmilasyona Navekî

Pira Farqînê, ku yek ji pireyên pirçavî yên herî girîng e, wekî gelek cih û warên dîrokî û erdnîgarî para xwe ji asîmilasyonê girtiye. Ev pir îro bi wergerandina ji zimanê tirkî wekî ‘Pira Deh Derî’ (On Gözlü Köprü) tê naskirin; lê belê di rastiyê de navê wê yê resen Pira Farqînê ye

Sira Dîrokî û Kitêbeya Merwaniyan

Li ser dema avakirina yekemîn a pirê di navbera lêkolîner û dîroknasan de dîtinên cuda hene. Hin nêrîn diyar dikin ku di serdemên antîk de jî li vê xalê pirek hebûye. Tê texmînkirin ku pira heyî di rûpelên dîrokê de çend caran bi qismî an jî bi tevahî hilweşiyaye û ji nû ve hatiye avakirin. Lê belê, dîroka herî nêz û piştrastkirî ya avakirina wê, ji kitêbeya li ser pirê bixwe tê fêmkirin. Li gorî vê kitêbeyê, pira heyî di serdema Merwaniyan de, di sala 1065’an de hatiye çêkirin.

Pira Farqînê ku li derveyî Deriyê Mêrdînê û 3 kîlometre li başûrê bajêr cih digire, li ser eniya xwe ya başûr kitêbeyeke kûfî ya kulîlkdar a du rêzî dihewîne. Li gorî vê belgeya dîrokî, pira hanê di serdema serwerê Merwanî Nîzamuddevle Nesr de, ji aliyê Qadî Ebû’l-Hesen Ebdulwahid ve di sala 457’an a Hicrî (1064-1065) de ji mîmarekî bi navê Ubeyd re hatiye çêkirin.

Lê belê, gelek lêkolîner li ser wê dîtinê li hev dikin ku ev kitêbe tenê “kitêbeya temîratê” ye û esla pira hîn kevnar e. Ji van lêkolîneran C. Niebuhr di berhema xwe ya bi navê Voyages en Arabie de destnîşan dike ku pira hanê beriya sala 1065’an jî hebûye. M. van Berchem, J. Strzygowski û A. Gabriel jî di lêkolînên xwe de lî ser Amîdayê de diyar dikin ku ev berhem şopên serdemên beriya Îslamê hildigire. Li gorî tespîtên wan, pira ku ji ber lehiyê hilweşiyaye, di sala 742’yan de ji aliyê Xelîfe Hîşam bîn Ebdulmelîk ve hatiye destpêkirin, lê ji ber mirina xelîfe nîvco maye.

Taybetmendiyên Mîmarî û Endezyariyê

Pira Farqînê, di koma pirên xwedî gelek çavî û tabliyeya rûtext de tê nirxandin. Dirêjahiya pirê 172 metre ye. Firehiya wê di pênc çaviyên pêşîn de di navbera 5,45 û 6,24 metreyan de diguhere; lê ji çaviya pêncemîn pê de firehî zêde biobe û digihêje navbera 9,69 û 10,20 metreyan. Bilindahiya parapetê (korkuluk) li aliyan 85 santîmetre ye û ber bi navendê ve heta 155 santîmetreyan bilind dine. Bilindahiya herpuşteyan 31 santîmetre, firehiya wan 71 santîmetre û rûyê pêşî 7 santîmetre ye.

Kemerên çaviyên 1, 2, 6, 7, 8, 9 û 10’an di warê firehî û bilindahiyê de nêzî hev in. Lê kemerên çaviyên 3, 4 û 5’an hîn fireh û bilindtir hatine sêwirandin. Li aliyê bakur ê pirê (aliyê ku av jê tê), 9 selyaranên (pêşbirên avê) yên bi kûlahên pîramîdal hene ku pênc ji wan hîn nizmtir in. Dîwargirtên çaviyên 6, 7, 8, 9 û 10’an heta nîvî taybetmendiya avakirina kevn diparêzin, lê li çaviyên 1, 2, 3, 4 û 5’an karkeriya kevirî ya cuda hatiye sepandin. Li eniya başûr (aliyê ku av diçe) dîwêr ne rûtext e; kemerên çaviyên 1 heta 5’an nêzî 4 metreyan li hundir hatine bicihkirin.

Materyalên Herêmî û Şopên Temîratê

Di avakirina giştî ya pirê de, kevirê bazalt ê reş ku materyalê herêmî yê Amedê ye, hatiye bikaranîn. Di nava kemer û herpuşteyan de şopên temîratê hain ê ji kevirê moloz eşkere diyar dibin. Li ser banê tonozî yê di navbera çaviyên 1-5 û 7-8’an de sîwaxe hatiye kirin. Li bin sîwaxe ya daxûrayî ya çaviya pêncemîn de materyalê tûlayê derketiye holê ku ev yek di nava kemerên din ên sîwakirî de jî heye. Her wiha, di kevirên kemerên çaviyên 1 û 2’yan û di çêkirina kitêbeyan de kevirê kilsî (kalker) hatiye bikaranîn.

Sembolîzm: Neqşa Şêr û Nîşaneyên Veşartî

Kitêbeyên pirê ku di bin kornîşên yivdar de cih digirin, li eniya başûr, li ser dîwarê nêzîkbûnê û li ser dîwargirtên kemerên 9 û 10’an hatine biyakirin. Ev kitêbe navên fermanber, berpirs û mîmarê pirê û dîroka çêkirinê radixînin ber çavan.

Yek ji hûrgiliyên her herî balkêş a pirê, neqşa şêr a li aliyê çepê yê kitêbeya yekemîn a li rojava ye. Ev fîgurê şêr ku li ser bloka bazalt hatiye xebitandin, di rewşa meşê de ye; laşê wî ji alî de, serê wî hinekî zivirî, devê wî vekirî û zimanê wî li derve ye. Bi çavên xwe hain ê nêzî hev û guhên xwe yên daxistî re xwedî îfadeyeke tund û bi heybet e.

Li seranserî pirê, di 29 şemayên cuda de nîşaneyên piralî yên kevirvanan hene. Ji bilî van, du rêzenîşaneyên blokî yên cihêreng balê dikişînin: Yek ji wan ji herfên Latînî yên mîna K, O û E yên ku li bin hev hatine rêzkirin pêk tê; ya din jî ji blokên xalîkirî yên ku asonî, teniştî û xaçerê hatine xebitandin, pêk tê. Ev nîşane weke şopên nasnameya hoste û karkerên ku di serdemên cuda de keda xwe dane ser vê kela pîroz, di rûpelên dîrokê de cihê xwe digirin.

Navenda Çand û Jiyana Civakî: Pira Farqînê ya Îro

Pira Farqînê îro ne tenê abideyeke dîrokî ye, di heman demê de veguheriye dilê geştyarî û çanda zindî ya Amedê.

Li derdora pirê gelek cihên bêhnvedanê û baxçeyên weke cafeterya hatine avakirin ku her roj bi hezaran şînwer û mêvanan dihewînin. Pira dîrokî her weha mêvandariya aktîvîteyên govendê yên ku tîpên herî resen ên çanda Amedê ne, dike. Ev qada dîrokî ji bo kesên ku ji derveyî bajêr û welat tên Amedê, di serê lîsteya cihên ku herî zêde tên ziyaretkirin de cih digire.

Taybetmendiyeke din a ku girîngî û livûtevgera vê herêmê zêdetir dike, cihbûna xalên giring ên weke Girê Çilsiwaran û Koşka Ataturk e ku pir nêzî pîrê ne. Ev nêzikbûna cografî û dîrokî dihêle ku çûnûhatina xelkê û geştyaran a ber bi vê herêmê ve her ku diçe geştir û gelemperî bibe.

Van jî bibîne

 

Kûpaya Cîhanê ya 2026: Fîldîşî bi Golekê, Swêd bi Şovê Dest Pê Kir

Nûçeyên Sereke