Cejna Qurbanê li Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin

Nûçe
🔴Li Rojavayê Kurdistanê bi boneya roja yekem a Cejna Qurbanê, şêniyên herêmê serdana goristanan kirin û cejna xwe ji wir dest pê kirin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi şêniyên Qamişlo re nimêja sibehê kir.
 
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê jî serdana goristana Şehîd Dijwar a Hesekê kir û cejna malbatên Qurbaniyan pîroz kir. Rayedar û gelê Rojava hêvî dikin ku ev cejin bibe wesileya aramî û aştiya civakî.

Îro roja yekem a Cejna Qurbanê ye.

Di berbanga sibehê de şêniyên bajarê Hesekê û Qamişlo berê xwe dan goristanên şehîdan.

Li bajarê Qamişlo, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed tevî rûsipî û şêniyan nimêja cejnê li mizgefta Qasimo kir.

Piştî nimêjê Nûredîn Ehemd Cejna Qurbanê li her kesî pîroz kir.

Li bajarê Hesekê jî Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê Rohilat Efrîn serdana goristana Şehîd Dijwar kir û cejna malbatên qurbaniyan pîroz kir.

Zarokan jî ji sibehê ve li nava kolanên bajarê Hesekê geriyan û şekir kom kirin.

Her wiha welatiyên Hesekê cejna Qurbanê pîroz kirin û daxwaz kirin ku di demeke nêz de hemû dîlgirtiyên Hêzên Sûriya Demokratîk ên di destê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, serbest werin berdan.

Welatiyên Hesekê: Em dixwazin êsîrên me werin berdan

Cejna Qurbanê, di roja yekem de, li gorî rêûresmên civakê bi rê ve diçe û hêviya hemû pêkhateyan ew e ku aloziya siyasî û aborî bi dawî bibe.

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin
Mezlûm Ebdî li Hewlêrê bi Konsulê Îtalyayê re civiya

Nûçeyên Sereke