Xelkê Helebê li dijî biryara Hikumeta Veguhêz daketin qadan

Nûçe

🔴 Hikumeta Veguhêz a Sûriyê dahurandina petrolê di parzûngehên berbidest ên petrolê de qedexe kir. Li ser vê yekê, Xwediyên parzûngehan li bajarê Helebê, biryar şermezar kirin û gotin ku divê biryar were rakirin.

Li dijî biryara hikumetê, xwediyên parzûngehên berbidest ên petrolê daketin qadan.

Xwepêşanderan xwestin ku hikumet ji biryara xwe vegere û debara jiyana wan têk nebe.

Hikumeta Veguhêz, bi darê zorê xwest ku xwepêşandanê ji hev bixe.

Ji bo vê bi dehan ji leşkerên xwe şandin cihê xwepêşandanê û di navbera leşker û xwepêşanderan de pevçûn derket.

 

/Çawkani: nucetv.net/

Van jî bibîne

 

Li Peyasê Semînera Xurtkirina Hîşmendiya Ziman û Xelatkirina Çîroknûsên Ciwan
Hewlêr: Festîvala fîlmên kurt a li ser jîngehê dest pê dike

Nûçeyên Sereke