AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê ragihand ku ji ber gotinên Rahmî Koç, Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê, yên ku wekî êrîşî jinên Kurd hatine dîtin, kirîna 11 wesayîtên Tourneo Courier ji Otosanê betal kiriye.
Di daxuyaniya nivîskî ya şaredariyê de hate gotin ku ew retorîka biçûkxistin û cihêkarî ya li dijî jinên Kurd qebûl nakin. Şaredarî bi daxuyaniya xwe tekez kir ku ew li gorî felsefeya azadiya jinan û wekheviya gelan tevdigerin û li hemberî nêzîkatiyên wiha bêdeng namînin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêvajoya kirînê piştî îhaleyeke fermî û li gorî pêdiviyên şaredariyê gihîştibû qonaxa dawî, lê piştî rexneyên raya giştî yên li ser gotinên Rahmî Koç, biryara betalkirinê hatiye dayîn.
Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev biryar li gorî nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya DEM Partiyê ya bi armanca azadiya jinan hatiye girtin û wiha got: “Jinên Kurd di têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê de hêzeke pêşeng in. Wan di avakirina jiyaneke wekhev û demokratîk de roleke girîng lîstiye. Em ê li hemberî her cure nêzîkatiyên ku rûmeta jinên Kurd dike armanc, bêdeng nemînin.”
Şaredariyê di dawiya daxuyaniyê de ev biryara xwe bi rêzdarî ragihand raya giştî.









