NÛPEL – Di Koma (E) ya Kupaya Cîhanê ya FIFA’yê ya 2026’an de, Almanyayê di maça xwe ya yekem de 7-1 zora Curaçaoyê bir û Denîz Undavê Kurd mohra xwe li maçê da.
Almanyayê bi lez dest bi maçê kir û di xuleka 6’an de bi gola Nmecha 1-0 ket pêş.
Curaçaoya ku cara yekem e beşdarî Kupaya Cîhanê dibe, di xuleka 21’ê de bi gola Comenencia encam kir 1-1. Curaçaoyê bi vê gola Comenenciayê, di dîroka turnuvayê de gola xwe ya yekem tomar kir.
Piştî ku encam bû wekhev, Almanyayê zexta xwe zêde kir. Di xuleka 38’an de, ji lêdana kornerê ya ku Brown şandibû nava qada ceza, Nico Schlotterbeck bi serî topê şand nav toran û maç kir 2-1. Almanyayê di xuleka 45+5’an de jî bi penaltiya Havertz golek dît û nîvê yekem ê maçê 3-1 bi dawî bû.
Denîz Undav û Şahiya Golan
Tîma ku bi lez dest bi nîvê duyem kir dîsa Almanya bû. Di xuleka 47’an de, Musialayê ku bi pasa kûr a Kimmich lez girtibû, ji milê rastê ve ket qada ceza û bi şuteke tund top şand nav toran; bi vî rengî encam bû 4-1.
Almanyayê di xuleka 68’an de ferq derxist 4 golan. Li ser pasa Denîz Undav a ji bo nav qada qeleyê, Brown gok şand toran û encam bû 5-1.
Di xuleka 78’an de Almanyayê goleke din jî dît. Kimmichê ku di nava qada ceza de top girtibû, pas da Denîz Undavê ku di pozîsyoneke guncav de bû. Denîzê Kurd topê şand qeleya vala û encam kir 6-1.
Li ser pasa kûr a Denîz Undav, Havertzê ku gok wergirtibû, ji milê çepê ve top di ser qelevan re avêt û skora maçê diyar kir: 7-1.
Statîstîk û Rekorên Maçê
Denîz Undav: Bi golek û 2 asîstan mohra xwe li maçê da.
Almanya: Bi vê ferqa dîrokî di maça yekem de 3 puanên zêrîn xistin ber tûrê xwe.
Dick Advocaat: Rahênerê Curaçaoyê yê 78 salî, di dîroka Kupaya Cîhanê de bû rahênerê herî temenmezin ku derketiye maçê.









