Banga piştgiriyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo Rojînê Edalet’

JinNûçe

NÛPEL – Di çarçoveya kampanyaya daxwaza ronîkirina dosyaya Rojîn Kabaiş de 14 hezar îmze hatin komkirin. Jinên di rêxistinên siyasî û sivîl ên li Wanê de cih digirin, banga piştgiriyê ji bo kampanyayê kirin.

Daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaiş a 21 salî ku dema li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê xwendekara Beşa Geşedana Zarokan bû, di 27’ê Îlona 2024’an de piştî ku ji xewgeha xwendekaran derket û di 15’ê Cotmehê de cenazeyê wê hat dîtin, her ku diçe mezin dibe. Di pêşengiya “Komîsyonên Ji bo Rojînê Edalet” ku ji bo dîtina kujerên Rojînê hatine avakirin de, di 20’ê Nîsanê de li 56 bajaran li ser înternetê û li stantan kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Ji bo ku dosya bi rengekî şefaf, çalak û bi bandor bête meşandin, heta niha 14 hezar îmze hatine komkirin. Yek ji bangên piştgiriya kampanyayê ji aliyê jinên di rêxistinên siyasî û saziyên sivîl ên li Wanê de cih digirin ve hat kirin. Jinan diyar kir ku ew ê daxwaza “Ji bo Rojînê Edalet” bilind bikin.

Rêvebira Komeleya Jinan a Star a ku li herêma Serhadê xebatan dimeşîne Leyla Kaplan Kertîş, destnîşan kir ku ew ê heta kujerên Rojîn Kabaiş werin dîtin têkoşîna xwe berdewam bikin û weha got:

“Rojîn Kabaiş bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Di kesayetiya Rojîn Kabaiş de, em ê têkoşîna xwe ji bo ronîkirina gumanan û darizandina kujeran di hemû qetilkirina jinan de bidomînin. Em bang li hemû welatiyan, bi taybetî li jin û ciwanan dikin ku ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo Rojîn Kabaiş hatiye destpêkirin, hestiyar bin.”

Cextkirina Li Ser Têkoşînê

Rêvebira Komeleya Alîkarî û Pişgiriya bi Malbatên Kedkarên Welatparêz re ya Wanê (MEBYA-DER) Revşan Abo, bang li hemû welatiyan kir ku li dijî qetilkirina jinan bibin yekbeng û xwedî li dozê derkevin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Artêmetê (Edremit) Sevîm Baş bi bîr xist ku bi îmzeyekê dikare herikîna lêpirsînê biguhere û got:

“Di nava 2 salan de di lêpirsîna Rojîn Kabaiş de tu gav nehatine avêtin û di nava 2 salan de bi dehan jin hatin qetilkirin. Jiyana jinekê bandorê li jiyana hemû jinan dike. Em jî ji bo pêşîgirtina li van qetlîaman têdikoşin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. 2 sal in mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş nehatiye ronîkirin. Kampanyayeke îmzeyan heye ku ji aliyê Komîsyonên Edaletê ya ji bo Rojînê ve hatiye destpêkirin û divê her kes piştgiriyê bide vê kampanyayê. Ji bo ku mîna dosyaya Gulîstan Doku pêvajo dirêj neke, divê em piştgiriyê bidin vê kampanyayê. Êdî bila kujer werin darizandin.”

Yasemîn Bayît jî diyar kir ku divê êdî her kes di qetilkirina jinan de bibe yekdeng û ew ê ji bo jinên hatine qetilkirin daxwaza edaletê berdewam bikin. Bayît anî ziman ku ewlehiya canê jinan nîne û ev yek jî ji polîtîkaya bêcezakirinê çavkanî digire.

‘Em Dikarin Di Her Kêliyê De Li Her Derê Bêne Qetilkirin’

Yasemîn Bayît destnîşan kir ku ne tenê jinên Kurd, divê hemû jin piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan û axaftina xwe weha qedand:

“Divê hemû jin piştgiriyê bidin kampanyayê. Her kesê ku dibêje ez mirov im divê li hemberî vê qetlîamê bêdeng nemîne. Ji bo ku ev qetlîam bi dawî bibin û em bikarin bi rengekî azad bijîn, divê em destê xwe bidin hev û bibin yek. Sîstem li hemberî vê qetlîamê bêdeng bibe jî, em ê bêdeng nemînin. Kesên di meqamên bilind de bin jî, hewl bidin ser vê yekê bigirin jî em ê ranewestin. Em ê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Ewlehiya canê me nîne, em dikarin di her kêliyê de li her derê bên qetilkirin. Kî hebe ku kujeran vedişêre û gavan navêje, dê hesab bide.”

Çavkanî: MA

Van jî bibîne

 

Şahiya Betlaneyê ya Xwendekarên Zarokistanan
Kaniya hunera Efrînê li Almanyayê diherike

Nûçeyên Sereke