Îran û DYA li Îslamabadê Dicivin: Pezeşkiyan Banga Dîplomasiyê Kir

CîhanNûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li gorî agahiyên çavkaniyên Pakistanî, şandeya Îranê ji bo tûra duyemîn a danûstandinan bi şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re, dê beşdarî civîna li Îslamabadê bibe.

“Şer di Berjewendiya Kesî de Nîne”

Têkildarî geşedanên dawî û hewildanên dîplomatîk, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyaniyek da. Pezeşkiyan bal kişand ser metirsiya şer û diyar kir ku şer di berjewendiya tu kesî de nîne. Pezeşkiyan destnîşan kir ku ji bo kêmkirina rageşiyê, divê hemû rêyên maqûl û dîplomatîk werin bikaranîn.

Nakokiyên di Çapemeniya Îranê de

Her çend çavkaniyên Pakistanî behsa beşdariya Îranê ya di danûstandinan de dikin jî, di çapemeniya hundurîn a Îranê de nûçeyên cuda cih digirin. Li gorî nûçeyên çapemeniya Îranê, hatibû parvekirin ku heta dorpêça Hêzên Deryayî yên DYAyê ya li ser Tengava Hurmuzê ranebe, şandeya Îranê li ser masa danûstandinan rûnanê.

Van jî bibîne

 

Karesata Jîngehê li Gola Wanê: Bi Tonan Çop Diherikin Nav Golê!
Îran Kontrola li ser Tengava Hurmizê Tundtir Dike: Mercên Nû û Bac Hatine Diyarkirin

Nûçeyên Sereke