Mordem Zel: Di Navbera Toponîmî û Bîra Mîtolojîk de Deşifrekirina “Mar”

Nîvîskar

Sembolîzma Ktonîk û Polîtîkayên Erdnîgariyê: Di Navbera Toponîmî û Bîra Mîtolojîk de Deşifrekirina “Mar”

NÛPEL – Erdnîgarî ne tenê kordînatên fîzîkî û herêmên rûerdî ne; ew pergaleke semiyotîk e ku hiş, raborî û bîra kolektîf a civakan di nav xwe de dihewîne. Lê belê, di dirêjahiya dîrokê de, desthilatdariyan her tim hewla birêvebirina vê bîrê dane. Yek ji amûrên herî hovane ya vê stratejiyê, guhertina toponîman (navên erdnîgariyê) ye.

Guhertina navên cihan, ne tenê kartografiyek nû ye; ew asîmîlasyoneke ontolojîk e ku armanc dike pêwendiya mirov û axê qut bike. Lê dîsa jî, her wekî arkeologê bîra çandî Aby Warburg dibêje, şopên çandê xwedî enerjiyeke wisa ne ku di bin navên herî tund ên ferzkirî de jî wekî lengerê bîra mirov diparêzin. Di vê nivîsê de, em ê li ser şopa arketîpa “Mar” a di mîtolojiya Mezopotamyayê de, binihêrin ka ev fîgûr çawa li ser toponîmiyên me yên wenda (Mêrdîn, Marîn, Mareş, Marqaz, Mêrdînik) wekî qodeke parastina çandî tevgeriyaye.

Ji Gilgamêş/Girgamêş Heta Pirtûka Pîroz: Metamorfoza Epîstemîk a Mar

Ji bo fêmkirina felsefeya mar a di hişê Mezopotamyayê de, divê em serî li Destana Gilgamêşî bidin. Di vê lîteratûra ktonîk de, Gilgamêşê ku li pey sirra nemiriyê ye, dermanê ciwankariyê di kûrahiya deryayê de dibîne. Lê gava vedigere, marekî ku bêhna giyê hildide, derman direvîne û bi guhertina çermê xwe (ecdysis), nûbûneke fîzyolojîk bi dest dixe.

Ev rûdana mîtolojîk, du encamên krîtîk derdixe pêş:

Sînorên Faniyetê: Mar fîgûrekî wisa ye ku sînorê faniyetê nîşanî mirov dide û wî vedigerîne nava çerxa xwezayê.

Bajar wekî Nemirî: Gilgamêş fêm dike ku nemiriya rastîn ne ya fîzîkî ye, lê belê bi avakirina şaristanî û berhemên mayinde (mîna bajarê Urukê) pêkan e.

Ev çîrok, paşê di dînên Brahîmî û di teologiya Xiristiyantiya Suryanî de rû bi rûyê guhertineke radikal tê. Marê ku di mîtolojiyên herêmî de sembola şîfa û nûbûnê bû, di pirtûka Genesis (Destpêkirin) de vedugere amûreke Şeytan a ji bo xapandina Adem û Hewa. Di encama vê cezayê teolojîk de, anatomiya mar tê guhertin (lingên wî tên jêkirin) û ew dibe sembola dijminatiya herî mezin a navbera mirov û xwezayê. Ev duatî (ambîvalans), heta îro jî di navbera “marê lanetkirî yê dînî” û “marê pîroz ê çandî” de dijî.

Di Navbera Êzidiyatî û Çanda Suryanî de Pratikên Apotropaîk

Berevajî dînên ortodoks ên Brahîmî, di felsefeya Êzidiyatiyê de marê reş sembola herî mezin a xelasî û feda kariyê ye. Di mîtosa Tofana Nûh de, dema keştî li nêzî Newala Lalişê qul dibe, marê reş bi bedena xwe rê li ber avbûnê digire û mirovahiyê ji qirkirinê rizgar dike. Ji ber vê yekê, qebartoya marê reş a li ser deriyê Perestgeha Lalişê, ne tenê motîfekî hunerî ye; ew nîşaneya rûmetdarî û parastina ruhanî ye.

Heman sînerjiya antropolojîk di çanda manastirên Suryanî de jî heye. Wekî mînak, di Manastira Deyrulzafaranê (Mêrdîn) de, parastina fosîla mar û bikaranîna duayên bi zimanê Suryanî (mîna fîgûra “Min-len şabatu”) wekî pratîkên apotropaîk (parastina li dijî xerabiyê û jehrê) tên nirxandîn. Li vir, baweriya gelêrî (folk-religion) û dînê fermî digihêjin hev û mar wekî parêzvanê mekanê pîroz tê morkirin.

Arketîpa Şahmaranê: Xwedavenda Berdarî û Sîntêza Sinkretîk

Di lîteratûra folklorî û mîtolojîk a Kurdî de, fîgûrê Şahmaran (Xwedawenda Nîv-Mirov, Nîv-Mar) nimûneya herî berçav a arketîpa “Dayika Mezin” (Magna Mater) e. Li gorî analîza strukturalîst a mîtosê, ev naratîf pêvajoyeke felsefî dihewîne:

Înîsiyasyon (Perwerdehî): Ketina Cemşab a şikeftê (qada ktonîk), rêwîtiya wî ya ber bi zanîna veşartî ve ye. Şahmaran li vir wekî Anima (rêberekî bîrewer) zanîna botanîk û kozmolojîk radestî mirov dike.

Konseptê Pharmakon: Mirina Şahmaran û sîstema “ava pêşîn û ava paşîn” (jehr û tîryak), diyardeya Pharmakon (têgeha ku dibêje tiştek di heman demê de hem derman e hem jehr e) tîne bîra mirov. Mirina fîzîkî ya Şahmaranê, dibe nemiriya epîstemolojîk a Cemşab (Loqmanê Hekîm).

Ji aliyê antropolojiyê ve, sê fonksiyonên Şahmaranê yên civakî hene: Fekondîte (berdarî û bereket), Fonksiyona Apotropaîk (parastina xaniyan bi rêya daliqandina tabloyên wê) û Veguhestina Çandî (bikaranîna motîfa wê di nav çeyizên keçan de wekî sembola aramiya malbatê).

Toponîmî û Lîngwîstîk: Kodên Erdnîgariya Hevpar

Dema em li ser vê bingeha mîtolojîk û zimannasî li navên bajar û navçeyên xwe dinêrin, rastiyeke kartografîk a sosret dertê pêşiya me. Navên mîna Mêrdîn (Mardîn), Marîn (Eskihisar), Mareş (Maraş), Marqaz (Pazarcık) û Mêrdînik (Göle) di bingeha xwe de xwedî heman koka lîngwîstîk û mîtolojîk in: Çanda Mar û Şahmaran.

Peyva “Dîn” an “Dînîtî” di zimanê kurdî de ne tenê ji bo baweriyê, lê dema zindiyek ji xwezaya xwe ya asayî derdikeve û dikeve rewşeke hov/har (mîna dîn weşîna mar a dema pê li boçika wî tê kirin) tê bikaranîn. Têkiliya peyva “Mar” û “Dîn” koka zindî ya peyvên mîna Marîn û paşê Mêrdîn (Mar-Dîn) ava dike.

Her çend di sedsala dawî de polîtîkayên mêr-dewletê û tewanga ziman ev nav wekî “Mêr-dîn” dabide xuyakirin jî, koka wê rasterast bi mîtolojiya jin-mar (Şahmaran) ve girêdayî ye. Di mîtolojiya Kurdistanê de, gelek navên xwedî koka jin, paşê di bin navên pênasekirina mêrane de hatine tewandin; mîna guhertina navên çiyayên pîroz ên wekî Bûyer Baba, Zel Baba, Siltan Baba, Heskar Baba. Şiklgirtina navê Mêrdînê jî di bin vê bandorê de maye.

Ji bo Parastina Bîra Kolektîf

Îro, ji aliyê sînorên îdarî û polîtîk ve her çend Mêrdîn li beriyê, Mareş li bakurê Rojava, û Mêrdînik (ku îro wekî Göle hatî tirkîzekirin) li herêma Serhedê (Ardahan) ji hev dûr hatibin xistin jî, ev toponîm nîşan didin ku koka wan di bin heman bîra mîtolojîk de yek e. Ev nav, hîmên parastina nasnameyeke hevpar û dîrokî ne.

Ji bo nivîskar û lêkolîneran, erkê herî mezin deşifrekirina van navên kodkirî ye. Ji ber ku naskirin û parastina toponîmiya resen, gava yekem a parastina nasname û hebûna ontolojîk a civakê ye. Heta ku em çîrokên li dû van navan fêm nekin, em ê nikaribin li hemberî polîtîkayên wendakirina bîrê li ber xwe bidin. Qet nebe, mîna Şahmaranê, divê em mirina fîzîkî ya navên xwe veguherînin nemiriyeke epîstemolojîk.

Mordem Zel

 

 

Van jî bibîne

 

Li Wanê qezaya trafîkê ya giran: 4 mirî, 2 birîndar
Îranê jinek û birayê wê binçav kir

Nûçeyên Sereke