NÛPEL – Çapemenî ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew di heman demê de neynika ziman, çand û nasnameya civakê ye. Erka herî sereke ya çapemeniyê ew e ku nûçe û agahiyan bi awayekî rast, hûrgilî û bi hişmendiyeke neteweyî bigihîne raya giştî. Di salên dawî de, her çend di çapemeniya kurdî de pêşketineke mezin û serkeftineke berbiçav hebe jî, mixabin di warê bikaranîna navên taybet ên cihwar, jîngeh û wargehan de qelsiyeke baldar tê dîtin. Ev qelsî carinan ji nezanînê, carinan jî ji ber bandora polîtîkayên asîmilasyonê yên sedsalî rû dide.
Dersîm û Mûzir: Rastiya li Pişt Peyvan
Gelek caran em dibînin ku navên herêmên me bi şaşî têne bikaranîn. Weke mînak; navê Dersîm ji du peyvên kurdî pêk tê: Der (derî/herêm) û Sîm (zîv). Wateya wê “Herêma Zîvîn” an jî “Deriyê Zîvîn” e. Ev nav, dewlemendiya xaka wê herêmê nîşan dide. Navê ku weke “Dêrsim” tê bikaranîn, hem di aliyê wateyê de hem jî di aliyê rastiyê de navekî çêkirî ye. Lewre “Dêr” û “Sim” wateya “Dêra Simê” dide. “Sim” di kurdî de ji bo nîkûkên/simikên heywanan tê bikaranîn, “Dêr” jî perestgeha Xiristiyanan e. Dema ev herdû peyv digihîjin hev, tê dîtin ku tu têkiliya vî navî bi rastiya herêmê re nîne. Lê di navê Dersîm de wateyeke xwerû kurdî heye.
Her wiha, derbarê navê Mûzir de jî tevlîheviyeke mezin heye. Di çapemeniyê de navên wekî Mûnzûr, Munzur, Mûnzir an Minzûr têne dîtin ku ev hemû ji rastiya ziman dûr in. Mûzir (ango Mûzer) navê şivanekî ye û di kurdî de tê wateya sersorî, kumsorî, kejîtî û zerikiyê; di heman demê de ji bo kesên çalak, jîr û jêhatî jî “Mûzir, Mizir, Mizûr” tê gotin. Parastina vê bilêvkirinê, parastina keda wî şivanî û parastina wateya peyvê ye.
Mûzir peyveke nêr e; lewre di şûna “Çemê Mûzirê” an “Koyê Mûzirê” de divê Çemê Mûzirî an Koyê Mûzirî were nivîsandin. Li herêma ku zaravayê Kirmanckî (Zazakî) lê serdest be, divê parastina navan li gorî wî zaravayî be. Ji ber wê, di şûna “Çiyayê Mûzirî” de bikaranîna Koyê Mûzirî orjînaliya nav diparêze. Weke mînak; heger em li şûna “Çiyayê Bagokê”, “Koyê Bagokê” bikar bînin (li herêma Kurmancî), ev dibe sedema bişavtina navxweyî û bêhurmetiya li dijî zaravayan.
Şêr Evdîn: Ji Şivantiyê Ber bi Lûtkeyê ve
Mînakeke din a balkêş navê çiyayê Şêr Evdîn ê li Çewlîgê ye. Ev çiya navê xwe ji şivanekî bi navê Evdî digire. Ji ber jêhatîbûn û wêrekiya wî, bi rengdêra “Şêr” hatiye binavkirin. Bikaranîna navê “Şerefdîn” ku navekî li ser maseyan hatî afirandin e, dûrxistina gel a ji koka wî ya çandî ye. Li herêma çiyayê Şêr Evdîn; Pîrozgeha Şêr Evdîn, gundê Siltaşêran û Newala Şêran hene ku ev hemû rastiya navê “Şêr” piştrast dikin.
Amed û Xarpêt: Têkoşîna li Dijî Navên Desthilatdariyê
Dema mijar tê ser Amedê, bikaranîna navê “Diyarbekir” ne tenê tercîheke zimanî ye; ew nîşaneya kompleksa bindestiyê û zikreşiya li hemberî dîroka kevnar a bajar e. Amed, bi sûran û dîroka xwe ya bi hezaran salan, nasnameya xwe bi xwe afirandiye.
Di navê “Diyarbekir” de jî bi nezanî rastî tê berovajîkirin. Peyva Diyarbekir, di eslê xwe de ji du peyvan û gihanekekê pêk tê: Diyar + Bi + Kir.
• Diyar: Di wateya cihwar û herêmê de ye.
• Bi: Gihanek e.
• Kir: Cureyeke kevir e (wekî kirs, kils, qels).
Dema em li vê rastiyê dinihêrin, tê dîtin ku tenê tîpek hatiye guhertin: “Diyarbikir” bûye “Diyarbekir”. Ango “Diyarê Bi Kir” (Herêma Kevirî) bi demê re bûye Diyarbekir û paşê Diyarbakir. Ev navê herêmeke fireh e ku ji Qerejdaxê dest pê dike û heta Mêrdîn û Botanê diçe; herêmeke volkanîk û bi temamî kevirî ye.
Rewşa Xarpêtê hîn kûrtir e. Xarpêt jîngeheke agirperestan (Argeh) e û koka wê digihîje serdema Ûrartûyan. Ev nav ji du peyvên kurdî pêk tê: Xar (koz/bizot) û Pêt (alav/gurî). Bajarê nû yê ku li şûna gundê Mezrayê hatiye avakirin, di bin navê “Ma’mûretu’l-Azîz” û paşê “Elazığ” de hatiye guhertin. Navê “Elezîz” ê ku îro di çapemeniyê de bi firehî tê bikaranîn, di rastiyê de rûmetdayîna Siltan Evdilezîz e. Ji bo nûçegihanekî kurd, tercîhkirina navê dagirkeran li şûna navê resen ê “Xarpêt”, ji bîrkirina dîrokê ye.
Ji bo çapemeniya kurdî bibe saziyeke neteweyî û pîşeyî, divê berî her tiştî li navên xwe xwedî derkeve. Bikaranîna navên wekî Dersîm, Mûzir, Şêr Evdîn, Amed û Xarpêtê, ne tenê wefadariya li hemberî erdnîgariyê ye, di heman demê de têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê ye. Divê edîtor û nûçegihanên me di vê mijarê de hişyar bin û zimanê nûçeyan ji bandora navên çêkirî paqij bikin.
Mordem Zel









