Di Amedsporê de Dabeşkirina Peywiran a Desteya Rêveberiyê Hat Diyarkirin

NûçeSpor

AMED (Nûpel) – Piştî Civîna Giştî ya Asayî ya Kulûba Amedsporê, yekemîn civîna Desteya Rêveberiyê hat lidarxistin û dabeşkirina peywiran di navbera endaman de pêk hat.

Piştî hilbijartina serdemê ya nû, rêveberiya klûbê li hev rûnişt da ku kadro û plansaziya xwe ya kar zelal bike. Di civînê de hat destnîşankirin ku armanca bingehîn a rêveberiya nû; xurtkirina sazûmaniya klûbê, bilindkirina asta serkeftinên werzîşî û birêvebirina projeyên îdarî yên serkeftî ye.

Rêveberiya Amedsporê têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir û dabeşkirina peywiran bi fermî ragihand. Di daxuyaniyê de ji bo endamên desteyê peyama serkeftinê hat dayîn û wiha hat gotin:

“Em ji hemû endamên Desteya xwe ya Rêveberiyê re, ku bi armanca pêşvebirina saziyî ya Amedsporê û bi destxistina armancên wê yên werzîşî û îdarî ev berpirsiyarî girtine ser milê xwe, di xebatên wan de serkeftinê dixwazin.”

Tê payîn ku di rojên pêş de nav û peywirên endamên rêveberiyê bi hûrgulî ji bo raya giştî û alîgirên klûbê bên parvekirin.

Van jî bibîne

 

Kongreya 7emîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Qamişloyê Hat Lidarxistin
Di civîna SPD û DEM Partiyê de pêvajoya çareseriyê hat gotûbêjkirin

Nûçeyên Sereke