NÛPEL – Hira Nur Komurcu, keça Gulden Komurcu ya ku li Bazîdê ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin, di meşê de axivî û got: “Dayika min di dirêjahiya jiyana xwe de hat xwestin ku bête bêdengkirin, ez ê êdî bibim dengê wê.”
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, ji bo Gulden Komurcu ya ku di 21’ê Gulanê de ji aliyê mêrê pê re zewicîbû Mehmet Cemil Komurcu ve hatibû qetilkirin, di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de meşeke girseyî hat lidarxistin. Jinên ku li ber Pirtûkxaneya Giştî ya Kevin hatin cem hev, di ser Kolana Cumhuriyetê re ber bi edliyeyê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e” hat hilgirtin û her wiha dowîzên “Ji bo Guldenê edalet”, “Kujer diyar in, edalet li kuderê ye?” û “Gulden Komurcu nemir e” tevî wêneyên jinên ku bi tundiya mêr hatine qetilkirin hatin hildan.
Piştî meşa ku tê de gelek caran dirûşmeyên “Mêr lê dide, dewlet diparêze” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, daxuyanî ji aliyê Berdevka TJA ya Agiriyê Dîlan Başboga ve hat xwendin. Dîlan Başboga diyar kir ku ew di şexsê Gulden Komurcu de hemû komkujiyên li ser jinan û polîtîkayên bêcezakirinê protesto dikin û weha got:
“Kuştina jinan encama pergalekê ye ku bi bêcezakirinê tê xwedîkirin, tê parastin û tê berdewamkirin. Saziyên dewletê yên ku berpirsiyarên parastina jinan in, wezifeyên xwe nayînin cih û lêpirsîneke çalak nemeşînin. Polîtîkayên mêrewer (mêrsalar) rê li ber tundiyê vedikin. Divê kujer tavilê bête girtin û Peymana Stenbolê ji nû ve bête lixistin.”
KUJER 12 ROJ IN FIRAR E
Piştre keça Gulden Komurcu, Hira Nur Komurcu axivî û anî ziman ku dayika wê di temenê zarokatiyê de hatiye zewicandin û bi salan rastî tundî û destavêtina sîstematîk hatiye. Hira Nur Kömürcü destnîşan kir ku tevî biryarên parastinê jî gefxwarin berdewam kirine û dayika wê li ber çavên wê hatiye qetilkirin. Hira Nur Komurcu bertek nîşan da ku tevî 12 roj di ser komkujiyê re derbas bûne jî kujer nehatiye girtin û ev îfade bikar anîn:
“Dayika min di nav destên min de can da. Kujer piştî ku dayika min kuşt, got ku ew ê 3 kesên din jî bikuje; Nexwe kesên ku alîkariya wî kirine çima hîn nehatine girtin? Çima yên ku ew han dane (teşvîq kirine) di binçavan de nîn in? Tevî ku evqas agahî li ser kujer hene, ew çima hîn jî bi azadî digere? Ez çima 12 roj in di nav tirsê de di nav çar dîwaran de li bendê me? Dayika min di dirêjahiya jiyana xwe de hat xwestin ku bête bêdengkirin, ez ê êdî bibim dengê wê. Em ji bo Gulden Komurcu edaletê dixwazin.”
Herî dawî Parlamentera Agiriyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Nejla Demir axivî û bal kişand ser polîtîkayên jinan ên desthilatdariyê. Demir got, “Di vê sala ku qaşo wek ‘sala malbatê’ hat ragihandin de, zêdetirî 300 jin hatin qetilkirin. Dewletê nekarî van jinan biparêze” û destnîşan kir ku ew ê têkoşînê mezin bikin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Çavkanî: MA










