NÛPEL – Hikûmeta Sûriyeyê ji bo vejandina aboriya welat û kêmkirina barê li ser milê welatiyan, amadekariya guhertineke radîkal di sîstema bacê de dike. Wezîrê Darayiyê yê Sûriyeyê ragihand ku di hefteyên pêş de sîstemeke nû ya ku prosedurên fermî hêsan dike, dê bikeve meriyetê.
Rêjeyên Nû: Baca Dahatê û Firotinê
Wezîrê Darayiyê Mihemed Yasir Berniye di daxuyaniya xwe de hûrguliyên sîstema nû eşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê:
Baca Dahatê: Ji niha pê ve herî zêde dê bibe %15.
Baca Firotinê: Ev bac di asta %5 de hate sabîtkirin.
Berniye destnîşan kir ku ev gām bi armanca parastina çînên kêm-dahat hatiye avêtin û naxwazin zextê bixin ser çalakiyên aborî yên piçûk.
Ji bo Karmendan “Bexşandina Bacê”
Yek ji xalên herî girîng ên vê reformê, bexşandina karmendan e. Wezîr Berniye diyar kir ku her karmendekî ku dahata wî ya salane ji 50 milyon lîreyên Sûriyeyê yên kevn (ku dike 500 hezar lîreyên nû / nêzîkî 4.545 dolar) kêmtir be, dê ji baca dahatê were bexşandin. Tê payîn ku ev biryar hema bêje hemû karmendên dewletê di bin sîwana xwe de bigire û rewşa wan a darayî hinekî sivik bike.
Armanc: Rêgirtina li “Reva ji Bacê”
Li Sûriyeyê niha rêjeya dahata bacê ya li gorî hilberîna navxweyî (GDP), li gorî welatên herêmê di asta herî nizm de ye. Hikûmet bi vê sîstema nû dixwaze:
Bingeha bacê berfireh bike.
Dahata dewletê zêde bike.
Rê li ber reva ji bacê (tax evasion) bigire.
Ji bo veberhênan û hilbirînê jîngeheke guncav biafirîne.
/Çavkanî: Rûdaw/










