🔴 Çalakiya Rojên Pirtûkan a ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve hat desptêkirin dê sê rojan berdewam bike.
Rojên Pirtûkan ku ji aliyê Baroya Mêrdînê ve hate lidarxistin û dê sê rojan berdewam bike, dest pê kir. Çalakiya ku li avahiya baroyê hate destpêkirin, ligel parêzer, nivîskar, weşangêr û nûnerên partiyên siyasî gelek kes tevli bûn.
Di standên pirtûkan de berhemên Kurdî û Tirkî ji bo xwînêran cih girt.
Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Duyan, anî ziman ku pirtûk hilgirên bîrê ne ji bo nifşan û ev tişt got: “Pêşketina xwendinê ji bo avakirina civakek demokratîlk pir girîng e. Wêje û raman ji bo xurtkirina îfadeya fikrên din zemînên herî girîng in.”
Çalakiya ku ji aliyê Baroya Mêrdînê hatî lidarxistin dê sê rojan berdewam bike û ji bo dîdariyên xwînêr-nivîskar dê gotûbêj û rojên îmzeyê bên lidarxistin.
/Ajansa Mezopotamya/









