Komuna Çandiniyê Şitilên ewilî Çand

Çand û HunerNûçe

NÛPEL – Bi piştgiriya Şaredariya Peyasê, Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB’ê û rêxistinên civaka sivîl, li ser erdeke 20 donimî ya ku di nav sînorên navçeya Peyasê de ye ku komuna berhemên çandiniyê dabû avakirin, şitilên ewilî çandin. Komun ji aliyê malbatên kêmdahat ve ku bi pêşengiya jinan, bi armanca pêkanîna feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojik, hilberîna civakî û xurtkirina aboriya herêmî hatibû avakirin.

Destpêkê şitlên firîngî, îsot, behcan û xiyaran li qada diyarkirî, wekî beşek ji modela hilberînê ya li ser bingeha hevgirtinê hatin çandin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB’ê, nûnerên saziyên civakî û malbatên di nav xebatên komunê de cih digirin dema çandinê de amade bûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê endamên komunê ve li ser mijarê wiha hate gotin: “Di vê înîsiyatîfê de ku me îlhama xwe ji çanda kevnar a hevgirtinê ya xaka qedîm, Mezopotamyayê digire girt û ji bo bibe dengekî nû û lêgerîna civakeke xwezayî, em malbatên kêmdahat li hev civiyan û bi hev re komuna hilberînê ava kir. Bi taybetî pêşengiya jinên karker û malbatan, me li ser erdeke 20 donimî dest bi pêvajoya çandiniyê kir û ev xebata me wê li ser bingeha pergala hevgirtinê bi rê ve biçe.”

Bila keda we jî di vê hewldanê de hebe

Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li raya giştî kirin û gotin: “Armanca me ew e ku em wijdana civakî a ku berê wekî ‘zibare’ û ‘hevkarî’ tê zanîn ji nû ve zindî bikin û li ser esasê feraseta rêveberiyên herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ku diparêze; em ê aboriya herêmî mezintir bikin, pratîkên hilberîna ekolojîk belavtir bikin û keda jinan a di nav hilberînê de bêtir bidin xuyanî. Ji çandinê heta dirûnê, em gelê xwe vedixwînin ku bibin beşek ji vê hewldana me û bi keda xwe beşdarî vê xebata civakî û xwezayî bibin.”

 

 

Elî Zeydî: Çekên grûpan tên komkirin

Nûçeyên Sereke