Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Zeydî, îro 3ê Hezîranê pêşwazî li şandeyên Tevgera Asaîb Ehil El-Heq û Ketaîb Îmam Elî kir. Di hevdîtinê de, serokên van her du komên çekdar Qeyis Xezelî û Şibil Zeydî jî amade bûn.
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Serokwezîriyê Elî Zeydî spasiya Qeyis Xezelî û Şibil Zeydî kir ji bo helwestên wan ên berpirsiyarane yên di xurtkirina saziyên dewletê de. Zeydî destnîşan kir, cihbicîhkirina rênmayiyên Merciyetê Bilind ê Olî û piştgirîkirina bernameya hikûmetê ya ji bo “hiştina çekan tenê di destê dewletê de” gaveke gelekî girîng e.
Serokwezîr Zeydî bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya Iraqê û got: “Iraq îro di bin siya aramiya ewlehiyê de, guherîneke girîng dibîne. Qonaxa niha, qonaxa avakirin û geşepêdanê ye û ev yek pêdiviya wê bi yekxistina hewildanên hemû Iraqiyan heye.”
Di encama hevdîtinê de hat ragihandin ku komîteyeke hevbeş tê avakirin, da ku mekanîzmayeke guncayî ji bo rakirina girêdayîbûna van hêzan bi Heşda Şeibî re amade bike. Li gorî biryarê, di nava du rojên bê de dê pêvajoya komkirina çekan dest pê bike.
Tevgera Asaîb Ehil El-Heq (bi serokatiya Qeyis Xezelî) û Ketaîb Îmam Elî (bi serokatiya Şibil Zeydî) wekî du baskên serbazî yên herî bi bandor di nava Desteya Heşda Şeibî de tên naskirin.
Ev biryara her du koman piştî wê yekê tê, pêştir Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir jî fermana hilweşandina hêzên “Saraya Selam” dabû. Çavdêrên siyasî vê gava nû wekî qonaxeke nû ya ji bo serweriya qanûnê û xurtkirina artêşa fermî ya Iraqê dinirxînin.
/çawkani: k24/









