🔴Li dijî vê biryara ku ji bo CHPê hatiye girtin, hemû mûxalefeta li Tirkiyê bi daxuyaniyên cuda bertek nîşan dan. Partiyên Siyasî diyar kirin ku Hiqûq nikare wekî amûrekê ji bo ji nû ve avakirina qada siyasî û teşedaniya muxalefetê were bikaranîn.
Li dijî biryara ku ji bo CHP’ê hatiye dayîn muxalefeta Tirkiyê bûyek û bertek nîşan dan.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi daxuyaniyekê li ser hesabê X’ê ev peyam da:
“Ev biryar hewldaneke ji bo paşguhkirina îradeya demokratîk û tercîha siyasî ya bi milyonan hilbijêran bi rêya dadweriyê.
Ev biryar ne tenê destwerdanek li ser CHP’ê ye. Di heman demê de destwerdanek li ser pêşeroja demokratîk a Tirkiyê ye jî.”
Hatîmogullari: Ev meseleya demokratîkbûna Tirkiyê ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî di daxuyaniya xwe de got:
“Dîzayînkirina partiya muxalefeta sereke bi biryarên dadgehê rawestandina demokrasiyê ye. Ew meseleya demokratîkbûna Tirkiyê ye.
Hiqûq nikare wekî amûrek ji bo ji nû ve avakirina qada siyasî û şekildana muxalefetê were bikaranîn.”
Erbakan: Çareseriya vê pirsgirêkê hilbijartin e
Serokê Partiya Refah Fatîh Erbakan jî li dijî vê biryarê bal kişand li ser vîna gel.
“Di demokrasiyan de, çareserî û desthilatdariya biryardanê milet e, ne dadgeh e. Jiholêrakirina endamên siyasî tenê bi rêya hilbijartinan pêkan e.
Dereng nemînin, sindoqa xwe biguherînin, bila milet biryara dawî bide!”
Babacan: Dadwerî nikare bibe amûrek ji bo şekildana siyasetan
Serokê Partiya DEVA Elî Babacan jî piştî civîna Lijneya Serokatiyê ya partiya xwe der barê biryara betalkirina mutleq de ev daxuyanî da:
” …Yên ku partiyan bi rê ve dibin ne bi biryarên dadgehê, lê bi îradeya endam, delege û hilbijêran tê destnîşankirin. Dadwerî nikare wekî amûrekê ji bo şekildana siyasetê were bikaranîn.”
Arikan: Nelihevkirina partiyên siyasî derbeyan li demokrasiya me dide
Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan jî wiha got:
“Di dîroka siyasî ya Tirkiyê de, pêşeroja siyaset û partiyên siyasî her tim ji hêla ‘wijdan’ û ‘îradeya milet’ ve hatiye destnîşankirin.
Neewlehîkirina partiyên siyasî bi rêya dadweriyê dê birînên bêçare li demokrasiya me bide.”
Dervîşoglu: Biryar li dijî vîna gel e
Serokê Partiya İYİ Musavat Dervîşoglu diyarkir ku ew bi tevahî li dijî her cûre destwerdanên nedemokratîk ên li dijî îradeya milet in.
Bahçelî: Divê her du serok fedekariyên pêwîst bikin
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî peyamên hevpariyê dan.
“Di rewşeke ku em bi zengila êgir dorpêçkirî ne û di heman demê de di pêvajoyaTirkiye yaku bêteror de, pêwîst e ku bi rêya CHP’ê firsend nedin hewldanên ku tevgera civakî bi rê ve bibin.
“Daxwaza me ew e ku her du serok li şûna ku girse çêkin û , werin ba hev û li ser esasê berjewendiyên CHP’ê bi fedakariyên pêwîst di çarçoveya yasa, rêziknameya partiyê û biryara dadgehê de rêyeke hevpar bibînin.”
TÎP: Em vê biryarê nas nakin
Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) ragihand ku ew biryarê nas nake û diyar kir ku bi rêya dadweriyê mudaxele li partiya sereke ya muxalefetê tê kirin
HDK: Ev biryar desteserkirina îrada gel e
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di daxuyaniya xwe de her wiha diyar kir,
“Wekî HDK, em li dijî desteserkirina îradeyê ne û em ê li kêleka wan kesên ku li dijî sêwirandina siyasetê bi rêya dadweriyê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, bisekinin.”
/Çawkani: nucetv.net/










