NÛPEL – Bi nêzîkbûna Îda Heciyan (Cejna Qurbanê) re, li Xurba Heywanan a Amedê tevger û qelebalixî zêde dibe. Welatî ji bo peydakirina qurbanên xwe berê xwe didin xurbê û li qadê firotina pez û dewaran tê kirin.
Berî Îda Heciyan, li Xurba Heywanan a ku li taxa Şehîdlikê, li ser rêya Amed û Mêrdînê ye, tevgera bazirganiyê germtir bûye. Heywanên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê û herêmê hatine anîn, ji bo firotinê têne pêşkêşkirin. Welatî ji bo ku li gorî budceya xwe heywanekî guncaw bibînin, di nav bazarê de digerin. Firoşkar diyar dikin ku her ku cejn nêzîk dibe qelebalixî zêdetir dibe û ew li bendê ne ku di rojên dawî de bazar hîn qerebalix de bibe. Di xurbê de ku bihayê qurbanan li gorî cins, kîlo û temenê wan diguhere, peydabûna bazariyên germ balê dikişînin.
Firoşkaran destnîşan kir ku niha firotin di asta asayî de ye û welatî piranî li benda roja yekem an jî ya dawî ya cejnê ne; ji ber vê yekê di roja 1’emîn û 2’yemîn a cejnê de tevger hîn zêdetir dibe. Firoşkaran gotin:
“Bandora bêhnvedana cejnê jî gelek e. Niha gelek kes li dervayî bajêr in, lê her ku cejn nêzîk bibe dê qelebalixî zêdetir bibe. Rêjeya bihayên heywanên mezin ji 120 hezar lîreyî dest pê dike û heta 250 hezar lîreyî diçe. Ev biha li gorî temen û mezinahiya heywanan diguhere.”










