Amerîkayê ji bo HSD û hêzên Sûriyeyê 130 milyon dolar veqetandin

CîhanNûçe

Alîkariya rasterast a meşq û rahênana Pêşmergeyan a ji aliyê Pentagonê ve bi temamî tê birîn.

Di heman demê de Amerîkayê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê û Dije Terora Îraqê daxwaza zêdetirî 96 milyon dolarî kiriye.

Alîkariya ji bo Pêşmergeyan hat birin

Li gorî pêşnûmeya projeyasaya budceya Wezareta Şer a Amerîkayê ya ji bo 2027an, di alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Hêzên Pêşmergeyan ên di çarçoveya şerê li dijî terorê de guherîneke tam çêbûye.

Ew alîkariyên taybet bi pirçekkirin, meşq û rahênanê yên di 2026an de ji bo Hêzên Pêşmergeyan nêzîkî 61 milyon dolar bûn lê di pêşnûmeya budceya nû de daketiye sifirê.

Rakirina alîkariyên Hêzên Pêşmergeyan ên di vê bernameyê de, di demekê de ye ku Amerîkayê ji bo Îraqê daxwazeke din kiriye.

Di çarçoveya heman bernameyê de Wezareta Şer a Amerîkayê ji bo Wezareta Parastinê ya Îraqê daxwaza 38 milyon û 600 hezar dolarî kiriye.

Her wiha ji bo Dije Terora Îraqê  jî daxwaza 57 milyon û 452 hezar û 160 dolarî kiriye ku bi hev re dike zêdetirî 96 milyon û 452 hezar dolaran.

Birîna van alîkariyan di demekê de ye ku sala borî Wezareta Şer a Amerîkayê alîkariyên darayî yên Hêzên Pêşmergeyan birîbûn.

Berê wekî alîkariya mehane qebareya 60 milyon dolarî dida Pêşmergeyan lê ev alîkarî ji 2026an ve hatiye birîn.

Peymana bi dawî dibe

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Şer a Amerîkayê piştî şerê DAIŞê, peymaneke lihevtêgihiştinê îmze kiribû.

Ev peyman taybet bû bi alîkarîkirina Wezareta Pêşmergeyan û yekgirtina hêzan.

Biryar e dema vê lihevtêgihiştinê meha Îlona îsal biqede.

Li gorî agahiyên Rûdawê heta niha Amerîkayê ji bo nûkirina vê lihevtêgihiştinê razîbûna xwe nîşan nedaye.

Ev yek tevî wê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza nûkirina wê kiriye.

Para Sûriye û Rojavayê Kurdistanê

Projeyasaya budceyê bi giştî daxwaza 130 milyon dolarî ji bo Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Ev jî heman ew qebare ye ku sala borî hatibû dabînkirin.

Lê di projeyasaya budceyê de nehatiye diyarkirin bê ka çi qas ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e û çi qas jî ji bo hêzên bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve ye.

Sîstem ev e ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê niha hevparên Amerîkayê ne û di şerê li dijî DAIŞê de beşdar in.

Ji tevahiya wî pereyê ku ji bo Sûriyeyê hatiye xwestin, 61 milyon û 500 hezar dolar wekî meaş ji bo wan hêzên Sûriyeyê hatiye diyarkirin ku li dijî terorê û DAIŞê şer dikin.

Ev pere herî zêde Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li xwe digire.

Sala borî jî Amerîkayê 65 milyon dolar wekî meaş ji bo wan hêzan dabîn kiribû.

/Jêder: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Şaredariya Peyasê bi rêya hunerê ciwanan tîne cem hev
Trump: Dorpêça li ser Îranê Didome; “Ez Êdî Ne Mirovê Dilovan im”

Nûçeyên Sereke