NÛPEL – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam dikin. Di 24 saetên dawî de, di van êrîşan de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên ku rayedarên Lubnanê parve kirine, di êrîşên roja pêncşemê yên Îsraîlê de ku birin ser herêmên cuda yên welêt, herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest daye. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji 2’yê Adarê ve, di êrîşan de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 3 hezar û 324an û hejmara birîndaran jî bûye 10 hezar û 27 kes.
Çavkanî: Rojnews










