Çima 6 Sal in SIM Karta Gulistan Doku Nayê Lêkolînkirin?

JinNûçe

NÛPEL – Hate zanîn ku piştî windabûna Gulistan Doku, li ser SIM karta ku radestî Waliyê Dersîmê yê wê demê Tuncay Sonel hatibû kirin gelek muamele hatine kirin û delîl hatine jêbirin; lê tevî ku 6 sal di ser re derbas bûne jî, ev karta ku ji bo ronîkirina bûyerê xwedî giringiyeke krîtîk e, hîn jî nehatiye lêkolînkirin.

Li Dersîmê, xwendekara pola 2’yemîn a Zanîngeha Mûzirî Gulistan Doku, di 1’ê Çileyê 2020’an de winda bû. Malbata Gulistanê, parêzerê wê û rêxistinên jinan hem li Kurdistanê hem jî li çar aliyên Tirkiyeyê pirsîn: “Gulistan Doku li ku ye?”. Ev pirsa ku 6 salan hat pirsîn bersiva xwe dît û di 13’ê Nîsanê de li dijî kesên ku Gulistan winda kiribûn operasyona binçavkirinê hat destpêkirin. Ji 17 kesên ku hatin binçavkirin, 12 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.

Malbat Berovajî Kir û Hewl Da Xwe Paqij Bike

Di navbera 8’ê Çileyê 2020’an û 18’ê Çileyê 2020’an de, SIM karta Gulistan Doku ji bo ku bê lêkolînkirin radestî waliyê wê demê Tuncay Sonel hatibû kirin. Me di nûçeya xwe ya berê de derxistibû holê ku Tuncay Sonel jî ev SIM kart bi rêyên neyasayî ji polîsê berê Gokhan Ertok re şandiye ku têkiliya wî bi şebekeya hackeran re heye.

Dîsa berê derketibû holê ku Tuncay Sonel di 8’ê Çileyê 2020’an de SIM karta Gulistan Doku ji xwişka wê Aygul Doku girtiye û heta 18’ê Çileyê 2020’an hemû delîlên di kartê de jêbirine. Piştî karê jêbirina delîlan, wî weha nîşan dabû ku qey malbatê ew kart qet nedaye wî û rasterast radestî dozgeriyê kiriye, û bi vê yekê tespîtekî weha dabû avakirin.

Hate hînbûn ku Tuncay Sonel, ji bo ku girtina SIM kartê û reşkirina delîlan ji aliyê wî ve diyar nebe, malbatê di 6’ê Sibatê de rênîşan daye da ku daxwaznameyekê bidin Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê ku tê de bêje wan kartê bi daxwaza xwe radest kiriye. Di nav agahiyên din ên derketine holê de hate dîtin ku Tuncay Sonel bi vê rênîşandana xwe hewl daye weha nîşan bide ku qey kart qet li bal wî nebûye û tu têkiliya wî bi bûyerê re tune ye.

Kart Nehatiye Lêkolînkirin

Her çend tê dîtin ku Tuncay Sonel li ser SIM kartê gelek muamele kirine û hewl daye delîlan reş bike jî, hate hînbûn ku SIM karta navborî hîn jî nehatiye lêkolînkirin.

Ev rewş, vê pirsê tîne bîra mirov: Çima ev karta ku tê nirxandin ji bo ronîkirina bûyerê xwedî giringiyeke krîtîk e, bi israr nayê lêkolînkirin?

Çavkanî: JinNews

Van jî bibîne

 

Civaka Çandî li dor Boreka Kurdî: Festîvala KAYDER’ê bi beşdariyeke mezin berdewam dike
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 26 kes mirin

Nûçeyên Sereke