DERSÎM (Nûpel) – Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûzirî, bernameya 24’emîn a mîhrîcanê eşkere kir. Mîhrîcan dê îsal di navbera 30-31’ê Tîrmehê û 1-2’yê Tebaxê de bê lidarxistin. Komîteyê banga tevlêbûnê li hemû herêm û gelan kir.
Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûzirî, têkildarî bernameya mîhrîcana îsal ku dê cara 24’emîn bê organîzekirin, li Odeya Bazirganî ya Dersîmê daxuyaniyek da rojnamevanan. Di daxuyaniyê de nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û komeleyên herêmî amade bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevşaredara Şaredariya Dersîmê Birsen Orhan ve hat xwendin ku dewletê qeyûm tayînî şûna wê kiriye.
‘Mûzir Qada Têkoşîn û Jiyana Hevpar e’
Birsen Orhan, diyar kir ku mîhrîcan dê di dîrokên 30-31’ê Tîrmehê û 1-2’yê Tebaxê de bê lidarxistin û wiha got:
“Mîhrîcana Mûzirî ne tenê çalakiyeke çandî ye. Mîhrîcana me; qadeke hevpar a jiyan û têkoşînê ye ku xweza, çand, ziman, bawerî, huner û nirxên jiyana azad dighîne hev. Mîhrîcana ku tevî her cûre zext, qedexe û astengiyan 24 sal in berdewam dike, bûye yek ji girîngtirîn hevdîtinên bîra civakî, kevneşopiya berxwedanê û dewlemendiya çandî ya Dersîmê.”
‘Parastina Mûzirî Parastina Jiyanê ye’
Orhan, bal kişand ser talankirina xwezaya herêmê û anî ziman ku rûbar, çiya û daristanên Dersîmê di bin dorpêça projeyên madenê, bendav û HES’an de ne. Orhan got, “Em xwezeyê ne wekî metayekê, lê wekî parçeyekî jiyanê yê nayê veqetandin dibînin. Parastina Mûzirî ne tenê parastina çemekî ye; parastina jiyanê, pêşerojê û bîra civakî ye.”
Dijberiya Li Dijî Siyaseta Qeyûm û Asîmîlasyonê
Orhan, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ziman, çand û baweriyên wan di bin zexta polîtîkayên asîmîlasyonê û yekperestiyê de ne û tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Dersîm û Pulûrê şerker kir. Orhan wiha pê de çû:
“Tayînkirina rêveberiyên qeyûman a li ser vîna demokratîk a gel, destwerdana li ser mafê gotinê yê gel e. Lê belê tu biryarên îdarî nikarin bîr, çand û tecrûbeya têkoşînê ya vî gelî ji holê rakin.”
Banga Tevlêbûnê
Birsen Orhan, di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku di mîhrîcana îsal de li gel huner, muzîk û wêjeyê; dê li dijî talana xwezayê, her cûre zext, tundiya li ser jinan û cîhanbîniya serdest dengê xwe bilind bikin. Orhan bang li hemû gelan û bi taybetî li ciwanên ku ji ber krîza aborî neçar mane ji herêmê koç bikin kir ku xwedî li ax û çanda xwe derkevin û tevli mîhrîcanê bibin.
Çavkanî: MA










