Doza ÎBB’ê Di Roja 21’emîn De Berdewam Dike: Îmamoglu û Hevalên Wî Di Dadgehê De Ne

Nûçe

🔴NÛPEL – Daxwaza darizandina Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu û gelek şaredarên CHP’î di roja 21’emîn de li Kampusa Girtîgeha Marmarayê bi parastinan berdewam dike. Piştî yekkirina dosyayan, hejmara girtiyan derket 92’yan û ya bersûcan jî gihîşt 414 kesî.

Duh di danişîna ku li 40’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin de, gelek navên naskirî yên siyaseta Tirkiyeyê amade bûn. Di nav girtiyan de Serokê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglu, Şaredarê Şîşliyê Emrah Resul Şahan, Şaredarê Beylikduzu Mehmet Murat Çalik û şêwirmendê ÎBB’ê Murat Ongun jî hebûn.

Sloganên “Serokkomar Îmamoglu”

Dema ku Ekrem Îmamoglu anîn salona dadgehê, hemû girtiyên din li ser piyan ew pêşwazî kirin. Di beşa temaşevanan de xizmên girtiyan bi çepik û dirûşmeyên “Serokkomar Îmamoglu” piştgirî dan wî. Her wiha kurê Îmamoglu, Mehmet Selim İmamoglu û bavê wî Hasan Îmamoglu jî ji bo piştgiriyê di danişînê de amade bûn.

Parastina Esma Bayrak: “Google Danişên Kesane Nade Kesî”

Di danişînê de reklamkarê girtî Esma Bayrak ku bi tawanên “bidestxistina daneyên kesane” û “fêlbaziya di îhaleyan de” tê darizandin, parastineke teknîkî kir. Bayrak diyar kir ku ew 10 sal in di sektora reklamên dîjîtal de kar dike û got:

“Google, Meta an jî TikTok; ev pargîdanî hevrikên hev in û algorîtmaya xwe nadin kesî. Teknîkî ne pêkan e ku bi koda ‘Google Tag Manager’ mirov bigihe daneyên kesane yên bikarhêneran. Ez wekî pisporekê dibêjim, ev kod tenê ji bo pîvandina reklamê ye.”

Bayrak her wiha destnîşan kir ku wê di xebatên ÎBB’ê de her tim budceya giştî parastiye û bi budceyên kêm karên mezin kiriye. Wê anî ziman ku hîn jî ji hin karên ku ji bo ÎBB’ê kirine pereyê xwe negirtiye û got: “Heke têkiliyeke min a wekî ku dozger îddîa dike hebûya, ma min ê nekariybû pereyê xwe bistanda?”

“Bavê Min Nexweşê Pençeşêrê Ye”

Bayrak di dema lêpirsînê de behsa nexweşiya bavê xwe jî kir û diyar kir ku dema hatiye girtin bavê wê di pêvajoya radyoterapiyê de bûye. Bayrak got ku wê di wê heyamê de tenê bala xwe daye nexweşiya bavê xwe û nikaribûye li pey karên xwe yên bazirganî bigere.

Piştî parastina parêzer Mert Er Karagulle, dadgehê saetek navber da danişînê. Tê payîn ku piştî navberê darizandin bi parastinên bersûcên din berdewam bike.

/Çavkanî: ÎlkeTv/

Van jî bibîne

 

Salvegera 57’emîn a Wefata Şêx Mehdî
Mehmet Çevîren ê li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da li Dêrikê Hat Binaxkirin

Nûçeyên Sereke