Li Duisburgê Ruhi Su bi stranên wî hat bîranîn

NÛPEL – Di çalakiya bîranînê ya ku li Duisburgê hat lidarxistin de, berhemên ozanê mezin Ruhi Su bi şiroveyên xurt careke din zindî bûn.

Ruhi Su ku yek ji pêşengên muzîka gel a pirzengî ye, li bajarê Duisburgê bi çalakiyekê hat bîranîn.

Ruhi Su di sala 1912an de li Wanê ji dayik bûye û di 20ê Îlona 1985an de li Stenbolê koça dawî kiriye. Ew bi hunera xwe ya operayê, şirovekarîya muzîka gel û hostatiya xwe ya sazê, di bîra çandî ya Tirkiyeyê de xwedî cihekî girîng e.

Çalakiya bîranînê ya bi dirûşma “Ruhi Su li Duisburgê tê jiyandin” li Salona Claubergê bi beşdariyeke berfireh pêk hat. Bername bi pêşengiya şefê koroyê Îsmet Kiliç û bi piştgiriya Atolyeya Fikir (Fikir Atölyesi) hat organîzekirin û ji bo parastina mîrateya hunermend bû hevdîtineke girîng.

Berhemên Ruhi Su ku jiyana xwe diyarî stranan kiribû, di navenda şevê de bûn.

Di çalakiyê de ku yek ji xwendekarên hunermend Dr. Sabri Uysal jî amade bû, gelek navên din ên cîhana muzîkê derketin ser dikê. Koroya Muzîka Gel a Tirkî “Rhein Peri Melodileri” ya di bin rêveberiya Îsmet Kiliç de, li gel komên “Yola Türküler” û “Bir Telden Bir Dilden” berhemên hernemir ên Ruhi Su pêşkêş kirin.

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Li Xarpêtê Baran û Teyrok Erdên Çandiniyê û Navenda Bajar di Bin Ava de Man
Rapirsî: Ciwan ji ber lêçûnên zêde dev ji xeyalên xwe berdidin

Nûçeyên Sereke