NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Rêberê Rêveberiya Rûm a Qibrisê (GKRY) Nîkos Hrîstodulîdîs, ragihandin ku ew ê di meha pûşperê de li Parîsê “Peymana Statuya Hêzan” (SOFA) îmze bikin. Ev peyman hebûna hêzên leşkerî yên Fransayê li giravê pêşbînî dike.
Li gorî daxuyaniya ku di civîneke çapemeniyê de hat dayîn, Fransa amadekarî dike ku hebûna xwe ya leşkerî li Qibrisê bike herdemî. Li hemberî vê gavê, ji aliyê Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC) ve bertekên tund hatin nîşandan. Pispor balê dikişînin ser “Peymana Garantörî” û diyar dikin ku bêyî lihevkirina bi aliyê Tirk re, gavên bi vî rengî ji aliyê hiqûqî ve ne pêkan in.
‘Encameke Leşkerî ya Girîng Nayîne’
Der barê mijarê de, Midûrê Navenda Lêkolînên Cîhana Nû Prof. Dr. Hasan Unal nirxandinên girîng kirin. Unal destnîşan kir ku armanca bingehîn a Fransayê ew e ku bi firotina çekan ji Yewnanistanê re û bi van peymanan, “wêneya tifaquke bihêz” bide nîşandan.
Unal got ku ev peyman ji aliyê Rûman ve zêde tê mezinkirin û wiha berdewam kir:
“Fransayê berê jî di peymana bi Yewnanistanê re diyar kiribû ku di mijara qadên desthilatdariya deryayî de wê nekeve nav şerekî. Li Qibrisê jî ji bilî hatina hejmareke kêm a leşkeran û xebatên perwerdeyê, rewşeke ku encameke leşkerî ya mezin bîne tune ye.”
Kapasîteya Tirkiyeyê û Serdestiya Erdnîgarî
Pisporên leşkerî û siyasî diyar dikin ku ji ber kapasîteya Tirkiyeyê ya li herêmê û nêzîkbûna wê ya erdnîgarî, peymana di navbera Fransa û GKRY’ê de nabe sedema guherîneke stratejîk a mezin. Lê belê, ev hewildan wekî gaveke ku “rageşiyê li Rojhilatê Deryaya Navîn zêde dike” tê pênasekirin.










