NÛPEL – Di qonaxa nîv-fînala Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, şeveke ku dê tu carî ji bîra hezkiriyên futbolê neçe hat jiyîn. Di lîstikeke tije gol û heyecan de, nûnerê Fransayê PSG, li hemberî dêwê Elman Bayern Münihê bi encameke balkêş 5-4 bi ser ket.
Di Nîvê Yekem De Baraneke Golan
Maç bi tempoyeke pir bilind dest pê kir. Di deqîqeya 17’an de Harry Kane bi gola penaltiyê Bayern Münih 1-0 xist pêşiyê. Lê bersiva Parîsê dereng nehat; di deqîqeya 24’an de Kvaratskhelia encam kir 1-1.
Zexta PSG’ê berdewam kir û di deqîqeya 33’an de bi gola Joao Neves skor bû 2-1. Tîma Elman dev ji têkoşînê berneda û di deqîqeya 41’ê de bi M. Olise dîsa wekhevî pêk anî. Beriya ku nîvê yekem biqede, di deqîqeya 45+5’an de Dembele bi gola penaltiyê tîma xwe bi encama 3-2 bir bêhnvedanê.
PSG’ê Dest Pê Kir, Bayernê Teqand
Nîvê duyem bi “firtoneya Parîsê” dest pê kir. PSG di nav du deqîqeyan de du golên li pey hev dîtin; di deqîqeya 56’an de Kvaratskhelia û di deqîqeya 58’an de Dembele careke din derketin ser dikê û ferq derxistin sêyan (5-2).
Piştî vê deqîqeyê, Bayern Münihê ji bo vegerê dest bi êrîşên dijwar kir. Di deqîqeya 65’an de parêzvan Dayot Upamecano û di deqîqeya 68’an de Luiz Diaz ferq daxistin yekê.
Di deqîqeyên mayî de her çiqas her du tîman jî hewl da ku skora biguherînin, lê hewildanên wan bê encam man. Ev maça ku çû dîroka Lîga Şampiyonan, bi serkeftina 5-4 a Paris Saint-Germainê bi dawî bû. Bi vê encamê, PSG ji bo maça duyem avantajeke girîng bi dest xist.










