🔴Tom Barrack, wê di nava çend rojên bê de, serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike û ligel rayedar û berpirsan hinek rêzecivînan li dar bixe. Her wiha Baracck dê ligel Mazlûm Ebdî jî bicive.
Malpera Al Monîtor, ragihand ku biryar e roja duşemê (15’yê Hezîranê) Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
Al Monîtor, diyar kir ku Barrack dê li Îraqê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û çend berpirsên din ên payebilind bicive û piştre serdana Herêmê bike.
Li gorî heman agahiyan Tom Barrack, di serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de, wê ligel Nêçîrvan Barzanî û Mesrur Barzanî bicive.
Her wiha li bajarê Hewlêrê, wê bi Serokê YNK’ Bafil Talebanî re jî civînek li dar bixe.
Malpera Al Monîtor, da zanîn ku Tom Barrack têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistan û Suriyê jî li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, bicive.
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack beriya niha gelek caran tekezî li ser navendîbûna welatan kiriye û li dijî rêveberiyên herêmî û xweser daxuyanî dane.
Ev yek jî, rasterast dijberiya wî ya li hemberî statûya Herêma Kurdistanê, nîşan dide.
Heman polîtîkayên wî yên beriya niha li Rojavayê Kurdistanê jî pêk aniye.
/Çawkani: nucetv.net/










