Maseya Muzakereyan Dîsa Tê Avakirin: Arakçî diçe Îslamabadê

CîhanNûçe

NÛPEL – Li gorî zanyariyên çavkaniyên hikûmeta Pakistanê, tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ji bo hevdîtinên dîplomatîk bigihe paytext Îslamabadê. Tê gotin ku nûnerên DYAyê jî dê li wir bin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, îro ji bo seredaneke fermî berê xwe dide paytexta Pakistanê, Îslamabadê. Li gorî çavkaniyên herêmî û navneteweyî, ev seredan wekî destpêka pêvajoyeke nû ya muzakereyên aştiyê yên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de tê nirxandin.

Amadekariyên ji bo “Hevdîtinên Îslamabadê”

Tê ragihandin ku ligel Arakçî, heyeteke taybet a ji DYAyê ku tê de navên wekî Steve Witkoff û Jared Kushner jî hene, dê li Îslamabadê amade bin. Çavkaniyên Pakistanî piştrast kirin ku tîmên lojîstîk û ewlehiyê yên Amerîkayê beriya niha gihîştine bajêr û amadekariyên dîplomatîk berdewam dikin. Televîzyona CNNê jî nûçeya şandina heyeta Îranê bo Pakistanê piştrast kir.

Pete Hegseth: “Dem li dijî Îranê dixebite”

Di dema ku amadekariyên dîplomatîk têne kirin de, daxuyaniyên tund ji Pentagonê hatin. Wezîrê Parastinê yê DYAyê Pete Hegseth, derbarê dorpêça li Tengava Hurmuzê de agahî dan û diyar kir ku heta niha 34 keştiyên Îranê hatine vegerandin.

Hegseth derbarê muzakereyan de peyamek zelal da Îranê û got:

“Dem li dijî Îranê dixebite. Hîna derfeta wan heye ku peymaneke biaqil îmze bikin. Îran an dê peymaneke dîrokî bike, an jî dê hilweşîna aboriya xwe ya hesas temaşe bike. Niha gog di qada wan de ye.”

Paşxaneya Maseya Muzakereyê

Pêvajoya ku wekî “Hevdîtinên Îslamabadê” tê naskirin, bi navbeynkariya Pakistanê di navbera her du welatan de dihat meşandin. Lê belê ji ber nakokiyên li ser bernameya nukleerî û ewlehiya herêmî, encameke berçav nehatibû girtin. Ev hewildana nû wekî hewldanek ji bo ji holê rakirina nakokiyên kûr ên di navbera Washington û Tehranê de tê dîtin.

/Çavkanî: Îlke TV/

Van jî bibîne

 

Rojnameger Nedim Oruç Hat Berdan
Li Çilaxa Civîneke Dîrokî: Eşîrên Kurd, Ereb û Suryan Peyama Yekîtiyê Dan

Nûçeyên Sereke