Amedî Behsa Cejnên Kevn Dikin: ‘Di Nav Cilên Pînekirî de Kêfeke Mezin Hebû’

AMED (Nûpel) – Gelê Amedê ku amadekariyên pêşwazîkirina Îda Heciyan (Cejna Qurbanê) dike, destnîşan dike ku cejnên niha çêj û lezzeta demên berê nadin nasîn. Welatiyên ku çavên wan li pey rojên berê ne, tînin ziman ku her çend di nava derfetên kêm de bûn jî, dilşadî û yekitiya berê êdî li şûna xwe nînin.

‘Şekir Tune Bû, Cilên Me Pînekirî Bûn, Lê Dilê Me Geş Bû’

Welatî balê dikşînin ser guhertina çanda cejnan a bi borîna demê re û diyar dikin ku di cejnên berê de şahiyeke cuda hebû. Kal û pîrên bajêr tînin ziman ku di demên borî de tu kesî li pey fîstan û cilên biha nediçû û dibêjin:

“Wê çaxê şekir jî tune bû, cilên me pînekirî bûn. Lê tevî vê belengaziyê jî mirov bextewartir bûn. Çêja wan rojan îro di nav van hemû derfetên modern de nayê dîtin.”

Li Şûna Şekir: Behîv, Nok û Gûz

Yek ji bîranînên herî şîrin ên cejnên kevnar jî diyariyên ku didan zarokan bûn. Di serdanên cejnê de, li şûna şekirên rengîn, berhemên xwezayî û xomalî dihatin belavkirin. Welatiyan anî ziman ku gava zarok diçûn ber deriyên malan, ji bo xêrhatinê herî zêde ev tişt dihatin dayîn:

• Behîv

• Leblebû

• Tihok

• Gûz

Arafat Roja Lihevanînê Bû

Welatîiyan destnîşankirin ku cejn ne tenê ji bo xwarin û lixwekirinê bûn, di heman demê de xwedî felsefeyeke kûr a civakî bûn. Li gorî gotina Amediyan, kesên ku di navbera wan de xeyidandin û neyarî hebû, li bendê nediman ku roja cejnê bê; di roja erefatê de dihatin ba hev, silav didan hev û dilmayîna di navbera xwe de diqedandin.

Welatî bi hesret û daxwaza zindîkirina wan nirxên pak, xwe amade dikin ku wekî berê, rûmeta cîrantî û merivatiyê di vê Îda Heciyan de jî biparêzin.

 

 

 

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî: Bila cejn bibe derfetek ji bo nûkirina pêwendiyan
Parêzerê Malbata Dokuyan Bang li Mexdûran Kir: Wêrek Bin, Derkevin Holê

Nûçeyên Sereke