Li Dersîmê Kesên di Terteleyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

Nûçe

NÛPEL –  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê li Meydana Sey Rîza kesên di Terteleya Dersîmê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Wek neviyên kesên ku bi şûrên we yên bi salan hatine qetilkirin, sirgûnkirin û koçberkirin, em ê têkoşîna bi rûmet a bav û kalên xwe bidomînin.”

​Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersîmê, bi boneya 89’emîn salvegera Terteleya Dersîmê bernameyeke bîranînê li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatimogullari, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî, rêxistinên Elewiyan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

​Girseya ku li Kolana Hunere hatin cem hev, pankarta “Em ji bîr nakin, em efû nakin” vekirin û dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyê Sey Riza hat hilgirtin. Meşa ku li Meydana Sey Rîza bi dawî bû, bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

BANGA RÛBIRÛBÛNÊ

​Li ser navê Platformê, Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Beser Develî bi tirkî û Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Umît Karabulut jî bi zaravayê kirmanckî yê kurdî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de ev xal hatin destnîşankirin:

​“Komkujiya Dersîmê di dîroka Komarê de yek ji komkujiyên herî bi êş e. Tevî ku 89 sal di ser re derbas bûne jî hîn rûbirûbûna bi komkujiyê re pêknehatiye. Di dema ku şahidên komkujiyê yek bi yek jiyana xwe ji dest didin de, berpirsiyariya rûbirûbûna bi heqîqetê re hîn bêtir lezgîn dibe. Ev rûbirûbûn ne tenê hesabpirsîna ji paşerojê ye; di heman demê de ji bo Dersîmiyan û ji bo hemû civakê wê bibe gaveke başker.”

TRAVMAYÊN KÛR AFIRANDIYE

​Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bandora komkujiyê ne tenê bi wê serdemê re sînordar maye, di jiyana nifşên nû de jî travmayên kûr afirandiye. Hat gotin ku lêborîna ku di sala 2011’an de ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hatibû ziman, nehatiye bicihanîn û Komkujiya Dersîmê ji aliyê desthilatê ve wek amûreke siyasî tê bikaranîn.

​Her wiha bersiv hat dayîn ji bo kesên ku peyva “paşmayiyên şûr” bikar tînin û hat gotin: “Wek neviyên kesên ku bi şûrên we hatine qetilkirin, em ê têkoşîna bi rûmet a bav û kalên xwe bidomînin.”

​Daxwazên di metnê de cih girtine wiha ne:

​Ji bo Komkujiya Dersîmê divê bi fermî û eşkere lêborîn bê xwestin.

​Cihê gorên Sey Rîza û hevalên wî yên hatine îdamkirin bên eşkerekirin.

​Hemû arşîvên têkildarî komkujiyê ji raya giştî re bên vekirin.

​Navê Dersîmê û navên kevin ên cih û waran lê bên vegerandin.

​Aqûbeta windayan bê lêkolînkirin û nasnameyên kesên jiyana xwe ji dest dane bên tespîtkirin.

​Dawî li pêkanînên antîdemokratîk bê anîn, qeyûm bên vekişandin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê mîsogerkirin.

‘RENGVEDANA POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE’

​Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî anî ziman ku Dêrsim bi polîtîkayên taybet tê xwestin ku bê tunekirin. Hatimogullari bal kişand ser meseleya Gulistan Doku û got ku ev yek ne tenê meseleya kesekî ye, rengvedana polîtîkayên asîmilasyonê yên dewletê ye.

​Hatimogullari her wiha bertek nîşanî “Lûtkeya Dedeyan” a ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê ve hatibû organîzekirin da û got: “Elewîtî nayê girêdan bi wezaretê ve. Ev avabûn bi armanca asîmilasyonê vê civînê pêk tîne. Em bang li wan 130 kesan dikin; ji vê şaşiya ku di Elewîtiyê de wek ‘düşkünlük’ tê hesibandin vegerin.”

ÇÎGDEM KILIÇGUN UÇAR: DI ÎTIQADA ME DE LÛTKE HEYE?

​Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku di salvegera komkujiyê de li kêleka wan “lûtke” tê çêkirin û wiha pirsî: “Ma di îtiqada me de lûtke tê çêkirin? Di nav vê lûtkeyê de înkar û asîmilasyon heye.” Uçar bang li xelkê Dersîmê kir ku li axa xwe xwedî derkevin û daxwaz kir ku aqûbeta “keçên winda” û cihê gorên Sey Rîza û hevalên wî bê eşkerekirin.

​Piştî axaftinan, bîranîn bi banga rûbirûbûna bi heqîqetê û naskirina jenosîdê bi dawî bû.

Çavkanî: MA

Zimanê Kurdî û Siruşta Kurdistanê: Dewlekan (Loranthus europaeus)
Ji 847 mamosteyên kurdî tenê 210 hatine peywirdarkirin

Nûçeyên Sereke