NÛPEL – Dîroka mirovahiyê ne tenê bi serkeftin, vedîtin û şaristaniyên jiyanî tijî ye; di heman demê de serdemeke kederbar a dabeşbûn, tirs, desthilatdarî û danîna sînoran e jî. Her ku kevirek, beton û têlên strîdar li ser erda yekperçe hatine bilindkirin, ruh û bedena mirov di nav van dabeşbûnan de hatiye zindankirin û parçekirin. Dewletan di bin navê “ewlehiyê” de dîwarên qalind û stûr, di bin siya împaratoriyan, desthilatdariyê û bi hinceta “paqijiya erdnîgarî” ve sînorên pergalî ava kirine. Lê her dîwarek ji astengiyeke fîzîkî wêdetir, bi mecazek kûr çarenûsa hevpar a mirovahiyê birîndar kiriye û di navbera “me” û “yên din” de kûrahiyek betonî afirandiye.
Di warê hişmendiyê de tu dîwar nikare mirovahiyê bi temamî parçe bike. Mirovahî xwediyê girêdanên wisa ye ku ji betonên çend metreyan bilindtir û bihêztir in. Tirs her dem xwe nîşan daye û dîwarên nû afirandine. Di vê gotarê de, bi çavên nêrîneke wêjeyî, dixwazim kûrahiya dabeşkirina ku ji parçebûn û qalibê nijadî xwe dide der û bedêla mirovî ya li pişt van avahiyên dabeşker ên dîrokî dide, bînim ziman.
Ewlehî ye an Girtîgeh?
Ji aliyê felsefî ve, dîwar awayê herî xav û mayînde yê pênasekirina “yê din” e. Wekî mecaza şikefta Platon, hişê mirov tenê bi siyên vala razî dibe û her tiştê li pişt dîwar wek gefekê dibîne. Li gorî Thomas Hobbes, di rewşa xwezayî de mirov ji mirovê din re “hirç” e; lewma birdozî mirov neçar dike ku bi navê malbat, eşîr, netewe û dewletan vê tirsê bi cih bîne û dîwaran hem di hiş û hem jî di jiyanê de bilind bike.
Lê rastî ev e; her ku dîwar bilindtir dibin, civak ewqasî li xwe vedigerin û ji hev dûr dikevin. Pêvajoyeke ku bi navê ewlehiyê dest pê dike, gelek caran vediguhere girtîgeheke mezin. Mirov bi girêdaneke ji kevir û betonan nermtir bi hev ve girêdayî ye. Dîwar nikarin girêdana hişmendî bi temamî bibirin, lê birîndar dikin; hesteke newekheviyê li ser nifşan ava dikin û jiyaneke metirsîdar didomînin.
Ji ewlehiyê heta jiheveqetînê dîwarên serdemî
Di dîrokê de mînakên berbiçav hene ku nîşan didin dîwar berê di hişmendiyê de bi navê panteîzmê (pirxwedayî), paşê bi navê çar olên mezin û gelek terîqetan hatine avakirin. Sînorên hişmendiyê bi têkoşînên birdozî hatin diyarkirin; carna bi xweşî, carna jî bi darê zorê nêrîn li ser hev hatin ferzkirin. Şerên olî û mezhebî bûn sedema bilindbûna dîwarên qewîn. Ev rewş ji qada hişmendiyê derbasî dabeşkirina erdnîgariyê bû û sînor hatin danîn. Bandora vê dabeşbûnê heta îro jî di hişê mirovan de bi hemû giraniya xwe berdewam dike.
Paşê; keleh, birc, stargeh, qesr û qonax li cihên herî stratejîk hatin avakirin. Ev der bi dîwarên bilind hatin dorpêçkirin û ji bo parastineke jiyanî hatin qewînkirin. Dagirkirin û êrîşên li ser van keleh û bircan, her wiha bidestxistina van waran, bû bingeha serdestî û hikûmdariya li ser hevdu. Ji ber vê yekê, gelek qewm hatin ser rûyê dinyayê, hin jê man û gelek ji wan jî barkirin û çûn.
Dîwarê Mezin ê Çînê
Dîwarê Mezin ê Çînê, yek ji mînakên herî mezin û girîng ên dîrokê ye. Avakirina wê di nav çend qonaxan re derbas bûye; bingeha wê di serdemên ku wekî “Serdema Bihar û Payîzê” û “Serdema Dewletên Şerker” tên naskirin de hatiye avêtin.
Ev dîwar bi taybetî ji bo parastina sînorên bakur hatibû lêkirin, lê di dîrokê de bû sedema gelek şerên dijwar ên di navbera Çîniyan û gelên koçer an koçber de (wekî Xiongnu, Kîtan, Mongol û hwd.). Beşa herî baş a ku heta roja me hatiye parastin, di dema Xanedaniya Ming de hatibû çêkirin. Dirêjahiya dîwar bi giştî digihîje nêzî 21 hezar kîlometreyan.
Îro, Dîwarê Mezin wekî mîrateyeke cîhanê tê qebûlkirin; lê di heman demê de, ew bîranîneke zindî ya dabeşbûn û pevçûnên dîrokî ye.
Dîwarê Berlînê
Dîwarê Berlînê di sala 1961’an de ji aliyê Almanyaya Rojhilat ve hat avakirin. Ew ne tenê dîwarekî betonî, lê belê sembola dabeşbûna birdozî a cîhanê bû. Malbat, heval û evîndar ji hev hatin parçekirin; gelek kes di hewldana revê de hatin kuştin. Ruxandina dîwar di sala 1989’an de bû kêliyeke hêviyê ji bo mirovahiyê ku xewna “cîhaneke bêdîwar” hembêz kir.
Îro, beşên mayî yên dîwar bi bêdengî li ber çavên geştyaran disekinin û hîn jî di guhê pergalên heyî de bi pistepist dibêjin: “Azadî nayê rawestandin.” Li ser vê bingehê, çendîn dewletên Ewropayê yên ku yekitiya xwe ava kirine-her çiqas sînorên wan diyar bin jî-têl û bendên navbera xwe rakirin; bi vî rengî mirov dikarin bi hêsanî ji sînorê dewletekê derbasî sînorê dewleta din bibin.
Dîwarê Amerîka-Meksîkayê
Dîwarên li ser sînoran, nîşaneya herî berçav a nakokiya di navbera dewlemendî û xizaniyê, ewlehiya neteweyî û dadmendiya gerdûnî de ne. Salane bi hezaran koçber di nav çol û çeman de dibin qurbana van sînoran. Tevî ku mirov ber bi rêyên hîn xetertir ve tên dehfdan, sînor jiyanê dişewitînin û civakan ji hev diqetînin. Di encamê de, bedêla herî giran a vê polîtîkayê dîsa mirov bixwe didin. Nakokiya navbera parastina sînoran û daxwaza edaleta gerdûnî, birîna herî kûr a li ser vê xetê ye. Cudahî û newekheviya di navbera aboriya Amerîka û Meksîkayê de, sînoran hîn stûrtir dike û jiyanê dabeş dike.
Astengiyên Hindistanê
Têlên strîn û pergalên elektronîk ên li ser sînorên navbera Hîndîstan û Pakîstanê, peywendiyên dîrokî û çandî bi awayekî tund ji hev qut dikin. Bi taybetî, li aliyê Bangladeşê, civakên ku bi nifşan e peywendiyên xizmeta ku di navbera wan de hene, bi destê van sînorên çêkirî ji hev tên parçekirin û dûrxistin. Li vir jî hinceta “ewlehiyê” serdest e; ev rewş di warê lêçûnên mirovî û nirxên çandî de zirareke mezin dide û jiyana sînorkirî ya gelan paşguh dike.
Dîwarên Aştiyê û mînakên din
“Dîwarên Aştiyê” yên li Îrlandaya Bakur, dabeşbûna di navbera Katolîk û Protestanan de wekî xwe hiştine û cemidandine. Li aliyê din, dabeşkirina di navbera Îsraîl û Şerîeya Rojava de, di navbera fikarên ewlehiyê û hewldanên dagirkeriyê de asê maye.
Her wiha, di navbera Koreya Bakur û Koreya Başûr de, li gorî peymana agirbesta Şerê Koreyê ya sala 1953an, Herêma Bêçek (DMZ) hatiye damezrandin. Ev herêma tampon ku 4 kîlometre fireh û 250 kîlometre dirêj e, her du welatan ji hev vediqetîne û li cîhanê devera herî zêde tê parastin e. Herêma Bêçek, wekî şahidekî bêdeng ê şerekî ku ji aliyê teknîkî ve hîn bi dawî nebûye, li ber xwe dide.
Xeta parastinê ya dirêj a Marokoyê ya li Sahraya Rojava jî rûyê mîmarî yê nakokiyên çaresernebûyî yên li parzemîna Afrîkayê ye. Afrîkaya ku xwediyê behremendî û dewlemendiya sererd û binerd e, mixabin hîn jî di nav pençên sînorên feqîriyê de digevize.
Dîwarên nû û tirsên bêwate
Îro, ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, ji Asyayê heta Amerîkayê, bi sedan astengên nû tên avakirin. Li ser navê şerê li dijî terorîzmê, koçberiyê, guherîna avhewayê û krîzên aborî, tirseke mezin tê geşkirin. Dîrok xwe dubare dike; her çend dîwar di nav pergalan de rehetîyeke demkî peyda bikin jî, tu carî nikarin rehên xizanî, neheqî û pevçûnan ji holê rakin. Berevajî vê yekê, bi marjînalîzekirina “yê din”, ev birîn kûrtir dibin û pirsgirêkên nû bi xwe re tînin.
Rûxandina Dîwarê Berlînê her çend bibû çavkaniya hêviyê jî, mirovahiyê bi rêya nijadperestî û serdestiya pergalê, careke din berê xwe da avakirina dîwarên nû. Ev yek dihêle ku tirs li deverên din ên cîhanê ji nû ve şîn bibe. Di rastiyê de, her dîwarekî nû yê ku tê avakirin, nîşaneya derveyî ya wan dîwarên ku em di hundirê xwe de bilind dikin e.
Di dîroka Kurdistanê de sînor û dîwar
Bi Peymana Qesra Şîrîn a sala 1639’an, Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de hate parçekirin. Di sala 1916’an de bi Peymana Sykes-Picot re ev parçekirin hîn kûrtir bû û Kurdistan di navbera çar dewletan de hate dabeşkirin. Bi vî awayî gelê kurd bê dewlet ma û bû qurbana sînorên çêkirî.
Îro jî dewletên dagirker (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) bi hinceta “ewlehiyê” dîwar û astengiyên nû ava dikin. Mayîn, têlên strîdar û dîwarên betonî ne tenê rê li ber koçberî û qaçaxçîtiyê an bi hinceta terorîzmê digirin, di heman demê de yekitiya gelê kurd parçe dikin.
Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re, têgehên “serxet” û “binxet” di nav kurdan de bûn navên erdnîgarî û dîrokî yên dabeşbûnê. Serxet bi taybetî ji bo herêmên Bakurê Kurdistanê û binxet jî ji bo herêma Rojavayê Kurdistanê tê bikaranîn.
Îro her çar dewletên ku Kurdistan di navbera xwe de dabeş kirine, di bin nîrê pergalên xwe de gelê kurd kirine dîlên sînor û dîwarên bilind. Ev pêvajoya ku bi hinceta ewlehiyê û bi çandina mayînan dest pê kir, bû sedem ku gel di her warî de ji hev qut bibe û bi sedan mirov bibin qurbana wan mayînan. Dewleta Tirkiyeyê di vî warî de pêşengî kir û dewletên din jî li ser heman rêçê dîwarên xwe bilind kirin.
Di sedsala 21’ê de ev dewlet hîn jî dîwaran ava dikin. Tirkiyeyê li ser sînorên xwe yên bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re bi hinceta “pêşîlêgirtina koçberiya neqanûnî, qaçaxçîtî û gefên terorê” astengên betonî danîne; lê armanca bingehîn jihevdûrxistin û parçebûna kurdan e. Her çend ev dîwar wekî bersiveke ewlehiyê bên nîşandan jî, di serdema teknolojiyê de sînorên fîzîkî bêwate bûne. Pirsgirêkên strukturel ên wekî koçberî û newekheviyê bi astengên fîzîkî çareser nabin û ev dîwar nikarin ruhiyeta yekitiya gelê kurd têk bibin.
Di serdema gerdûnîbûnê de, ev dîwar ne dibin çareserî û ne jî dikarin rûyê rastiya civakî derman bikin; ew tenê birînên heyî kûrtir dikin.
Encam: Hilweşandina dîwaran û avakirina piran
Aştiya rastîn ne bi danîna sînoran û bilindkirina dîwaran, lê bi avakirina pirên di navbera gelan de tê bidestxistin. Dîwar tirsê kûr dikin, lê pir girêdanê xurt dikin. Ewlehiya rastîn ne li pişt dîwarên betonî, lê di diyalog, dadwerî, têgihiştin û jiyana hevbeş de ye.
Sînor û dîwar her çiqas bi prensîba “tirs û parastinê” hatibin avakirin jî, bi hîşmendiya jiyaneke hevbeş û afirandina pirên di navbera şaristaniyan de bêwate dibin. Şaristanî bi qasî ku karibe jiyaneke komunal û hevbeş ava bike, dikare ewlehiya rastîn ji pişt dîwaran derxîne û cîhaneke ku tê de dadwerî û têgihiştina çandî serwer e, bihûne. Dema ku mirovahî ji bin siya dîwaran derkeve û ber bi pirên ronahiyê ve gavan biavêje, wê demê dîrok dê êdî ne bi çîrokên dabeşbûnê, lê bi yên yekîtiyê bê nivîsandin.
Dîroka mirovahiyê hêviyê dide me; çawa ku Dîwarê Berlînê rûxiya, dîwarên din jî dikarin birûxin. Têkoşîna gelê kurd a ji bo hilweşandina dîwaran û avakirina pirên di navbera gelan de, ne tenê têkoşîneke neteweyî ye; ew beşek ji têkoşîna gerdûnî ya mirovahiyê ye ku ji bo cîhaneke azad, dadwer û yekgirtî tê meşandin.
Dema ku ew roj bê, hemû dîwarên ku îro tên avakirin dê mîna Dîwarê Berlînê tenê wekî bîrdariyên hişyariyê bimînin, da ku dîrok careke din xwe dubare neke. Ev serkeftin jî bi têkoşîna mirovahiyê ya dûvdirêj û bi biryardariya me ve girêdayî ye.
Hogir Berbir
Wêne: Gemînî









