Mordem Zel: Rihên Dîrokî û Wateya Navê Dîcleyê

Nîvîskar

NÛPEL – Çemê Dîcleyê, ligel Çemê Firatê, yek ji du çemên herî girîng ên Mezopotamyayê ye. Ev çemê ku di dîrokê de cihê gelek şaristaniyan e, ne tenê wekî avekê, lê wekî çavkaniya jiyanê ya herêmê tê naskirin. Dîcle bi herikîna xwe ya xurt û bi çavkaniyên xwe yên dewlemend, di warê erdnîgarî û aboriyê de xwedî girîngiyeke mezin e.

Çemê Dîcleyê, ne tenê wekî çavkaniyek avê, di heman demê de wekî rûmet û nasnameya erdnîgariya ku tê re derbas dibe tê naskirin. Ev çemê ku di nav sînorên Amedê de herî mezin e, xwediyê çîrokeke kûr a zimannasî û erdnîgarî ye. Ji bo fêmkirina rastiya navê Dîcleyê, divê em li serçaviyên wê û li peyvên ku di nav zaravayên kurdî de hatine bikaranîn binerin.

Jêderkên Çemê Dîcleyê

Çemê Dîcleyê ji du şaxên sereke pêk tê ku li herêma gundê Tirmilê yê navçeya Meyaron a Xarpêtê digihêjin hev:

1. Ava Birqleynê: Ku ji herêma Licê dertê.

2. Ava Çemê Madenê û Meyaronê: Ku wekî şaxê duyemîn ê sereke tê qebûlkirin.

Ava Birqleynê, ji bin çiyayên Korxayê dertê ku ev der weke jîngeha Îskender tê pênasekirin.

Ava Madenê jî, li sînorê parêzgeha Xarpêtê dizê. Çavkaniya wê ya sereke, kaniyên avê yên li quntarên başûrê Çiyayê Xazarê û Çiyayên Madenê ne. Her çend di demên berê de têkiliya wê bi Gola Xazarê re hebûbe jî, îro bi piranî ji kaniyên karstîk û avên bin erdê yên li herêmên çiyayî tê xwedîkirin.

Dema ku ev her du jêderk dibin yek, herikîna mezin a ku em îro jê re dibêjin “Dîcle” ava dikin.

Dîcle di nav sînorên Bakurê Kurdistanê de ji parêzgehên wekî Xarpêt, Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê derbas dibe. Piştî ku ji sînorên Kurdistanê derdikeve, di nav axa Sûriye û Iraqê de diherike. Di dawiya rêwîtiya xwe de, li herêma Qurnayê bi Çemê Firatê re dibe yek û bi navê Şetulereb dirije Kendava Basrayê.

Eslê Navê Dîcleyê: Ji “Di La” heta “Dîcle”

Gelek kes navê Dîcleyê tenê wekî navekî klasîk dibînin, lê di rastiyê de bingeha vî navî ji her du çaviyên ku lê dibin yek tê. Li gorî lêkolînên zimannasî û etîmolojîk:

• Di zaravayê Kirmanckî (Zazakî) de ji bo çem peyvên “La” û “Ro” têne bikaranîn.

• Peyva ku îro em wekî Dîcle bi nav dikin, di eslê xwe de ji “Du Çavî” ango “Du Çem” tê.

• Di Kirmanckî de ji ber ku du çem digihêjin hev, jê re hatîye gotin: “Di La” (Du Çem).

Ev nav bi derbasbûna demê re di nav guherînên dengsaziyê re derbas bûye û şiklên wekî DijLa, DijLe, DîcLa û herî dawî DîcLe girtiye.

Pîron: Navê ku ji Çem Tê

Têkiliya navê navçeya Dîcleyê û çem, di navê Pîron de hîn zelaltir dibe. Mixabin îro navê “Pîran” wekî navekî xirakirî tê bikaranîn, lê navê resen Pîron e.

Bingeha peyva Pîron ji du peyvan pêk tê: “Pî” û “Ro”.

• Ro: Di Kirmanckî de tê wateya çemê mezin (ji yên biçûk re Robar û Robarok tê gotin).

• Pî: Di vê babetê de wateya “ser” an “ber” dide.

Dema ev her du peyv digihêjin hev, dibe Pîron, ku di Kurmancî de tê wateya Berçem an jî Serçem. Ev yek nîşan dide ku navên cihan rasterast bi taybetmendiyên wan ên xwezayî ve girêdayî ne.

Parastina Navên Resen

Navên wekî Dîcle û Pîron, ne tenê peyv in; ew bîra dîrokî û çandî ya gelê herêmê ne. Her guherînek di van navan de, dibe sedema windabûna wateya wan a resen. Ji ber vê yekê, erkê me ye ku em van navên rast û resen biparêzin û yên xirakirî sererast bikin da ku peywendiya me ya bi ax û avê re qut nebe.

Mordem Zel

 

 

Van jî bibîne

 

Bazara Penîr a Wanê: 27 cûre pinar tê firotin
Têkoşîneke ku 900 hefte ne dewam dike: Lêgerîna li windayan bûye qadeke berxwedanê

Nûçeyên Sereke