NÛPEL – Dîroka siyasî ya Tirkiyeyê, mixabin ne tenê bi sindoqan, di heman demê de bi sêpêyên ku berbangê hatine vegirtin hatiye nivîsandin. Di sala 1925’an de Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên wî, di 1937’an de Pîr Sey Rîza û rêhevalên wî, di 1972’yan de jî Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan… Ev nav, her çend bibe subjeyên demên cuda û daxwazên cuda jî, bûn muxatabên hevpar ên bersiva herî tund a dewletê ya li hemberî dengê “îtirazê”, yanê îdamê.
Xala hevpar a Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di sala 1925’an de li Qada Derê Çiyê hatin darvekirin, ya Sey Rîza yê ku di 1937’an de li Qada Genim a Xarpêtê digot: “Ez xap û hîleyanê sima ver bi ser nêkewta, na min re bi derd, la min zî sima ver serê ronêna, vana zî sima rê bi derd” û ya Denîzan ku di 1972’yan de bi qîrîna “Tirkiyeya bi temamî serbixwe” ber bi mirinê ve çûn; lêgerîna çareseriyê ne di diyalogê de lê di tinekirinê de ye. Ev îdam ji me re dibêjin ku li Tirkiyeyê siyaset, demeke dirêj ne wekî amûreke muzakereyê, lê wekî amûreke “terbiyekirinê” hatiye bikaranîn.
Dadgehên Îstîqlalê yên dema Şêx Seîd û Sey Rîza û Dadgehên Rewşa Awarte yên ku Denîz lê hatin darizandin, îspatên wê yekê ne ku hiqûq ne ji bo dabînkirina edaletê, lê wekî mekanîzmayeke tasfiyeya siyasî hatiye xebitandin. Îro jî dema ku serxwebûna darazê tê nîqaşkirin, vegera li van dozên dîrokî; ji bo dîtina wê yekê ku veguherandina edaletê bo amûreke tolhildanê di aştiya civakî de çi birînên kûr vedike, gelekî girîng e.
Vê îdamê ne tenê aktorên wê rojê ji holê rakirin; li pey xwe şîneke ku bi dehan salan berdewam dike û hişmendiyeke mezin a nasnameyî hiştin. Îro di 6’ê Gulanê de bibîranîna Denîzan, ne tenê zindîkirina kevneşopiyeke çepgirî ye; di heman demê de parastina serweriya hiqûqê û mafê jiyanê ye li vê welatî. Bi heman awayî, nepenîmayîna cihê gorên Şêx Seîd û Sey Rîza, bingeha sanciyên me yên “rûbirûbûna bi raboriyê re” û “demokratîkbûnê” yên îro pêk tîne.
Dema em li Tirkiyeya îro dinêrin; em dibînin ku cemserbûn, biyanîkirin û refleksa “bêdengkirina yê cuda” hîn jî zindî ye. Lê belê dîrok wiha bi guhê me de dipisipîne: Fikir, bi derbaskirina werîsê li stûyê wan nayên tunekirin. Berevajî vê, ew werîs fikran dikin efsane û wekî mohreke ku jê nabe di hişê nifşên pêşerojê de dikolînin.
Mirovahiya di nameya dawî ya Deniz Gezmiş de, stûyê xwarnebûyî yê Sey Rîza û weqara Şêx Seîd; îro tenê tiştekî ji me re diqîrin: Edalet, yekane temînata jiyaneke wekhev û bi rûmet e ji bo her kesî. Bibîranîna 6’ê Gulanê, 15’ê Mijdarê an jî 29’ê Hezîranê; divê bibe soza avakirina pêşerojeke ku êdî li ser vê axê tu kes ji ber raman, nasname an jî baweriya xwe neyê şandin ser sêpêyê û hiqûq ji bin siya siyasetê rizgar bibe.
Bîranînên ku nayên veşartin, heqîqetên ku nayên bêdengkirin in.
Mordem Zel










