Li Gimgimê doza JES’ê: Şirketa projeyê daxwaza mudaxiliyê kir

Uncategorized

Li navçeya Gimgima Mûşê, di doza ku gundiyan li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermalbê (JES) vekiribû de geşedaneke nû çêbû. Şirketa Amerîkî ya ku projeyê dimeşîne, ji bo doz were redkirin serî li dadgehê da û daxwaza mudaxiliyê kir.

Li gundê Xwarikê yê Gimgimê, şirketa bi navê IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ku navenda wê li Amerîkayê ye, piştî destûra Walîtiya Mûşê amadehiya sondajê dike. Di serê meha Gulanê de tê plankirin ku xebatên sondajê dest pê bikin. Lê belê li dijî vê projeyê, Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û gundiyên herêmê ji bo rawestandina xebatan li Dadgeha Îdareyê ya Çewlîgê doz vekiribûn.

Dadgehê belgeyên projeyê xwestin

Dadgeha Îdareyê ya Çewlîgê di 20’ê Nîsanê de biryareke navber da û xwest ku belgeyên derbarê avahiya erdê û lêkolînên projeyê de radestî dadgehê bên kirin.

Şirketê serî li dadgehê da

Parêzerê dozê Bariş Yildirim ragihand ku şirketa IGNIS H2 ji bo bibe aliyekî dozê (mudaxil) daxwaznameyek pêşkêşî dadgehê kiriye. Şirket dixwaze dadgeh daxwaza gundiyan a ji bo betalkirina ruxsetê red bike.

Parêzer Yildirim derbarê mijarê de wiha got:

“Şirketê duh daxwaznameya xwe şand dadgehê. Li gora qanûnê, divê doz ji şirketa ku ruxset a wê ye re were ragihandin. Ev daxwaza mudaxiliyê pêvajoyeke usûlî ye û bandoreke rasterast li esasa dozê nake. Dîsa jî em ê daxwaza redkirina mudaxiliya şirketê bikin.”

Nobeta gundiyan berdewam dike

Li aliyê din, xelkê herêmê ji bo ku nehêlin li gundê Xwarikê xebat bên destpêkirin, di çalakiyê de ne. Gundiyên ku li dijî JES’ê li ber xwe didin, nobeta xwe ya di bin çadiran de didomînin.

Çavkanî: MA 

Van jî bibîne

 

Sê Fîdan li ser gorên xwe hatin bîranîn
Heqîqeta li Ser Sêdaran: Ji Şêx Seîd û Sey Rîza heta Denîzan Lêgerîna Edaletê

Nûçeyên Sereke