Sê Fîdan li ser gorên xwe hatin bîranîn

Nûçe

NÛPEL – Deniz Gezmiş, Huseyin İnan û Yusuf Aslan ku ji pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê ne, di 54’emîn salvegera darvekirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Di ser darvekirina pêşengên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan re ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatibûn darvekirin, 54 sal derbas bûn.

Pêşengên nifşê 68’an Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan, di 54’emîn salvegera darvekirina xwe de li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê li ser gorên xwe hatin bîranîn. Bernameya bîranînê li ber deriyê goristanê bi axaftinan dest pê kir.

Tayfun Gezmiş: Em hîn jî wan nirxên ku wan 60 sal berê li pey xwe hiştine diparêzin

Biraziye Deniz Gezmiş, Tayfun Gezmiş li ser gora wan wiha axivî:

“Em hîn jî wan nirxên ku wan 60 sal berê li pey xwe hiştine hildigirin û em ê hildana wan bidomînin. Erka dikeve ser milê me ew e ku em xwedî li wan têgehên pîroz derkevin ên ku wan wek mîrat ji bo me hiştine. Ez careke din spasiya her kesê ku hatiye vir dikim. Her hebin.”

Axaftina Ozgur Ozel

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî wiha got:

“Îro careke din, di 54’emîn salvegera 6’ê Gulanê de, ku yek ji biryarên herî biêş û dilşewat ên dîroka Komara Tirkiyeyê ye, em li pêşberî Deniz Gezmiş, Huseyin İnan û Yusuf Aslan in. Em li ber bîranîna sê pêşengên nifşê 1968’an ku îlhameke mezin dane hemû nifşên piştî xwe, bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Em wan bi meşa wan a ‘Rêzgirtina ji bo Ataturkiyê’ ya ji Samsunê heta Enqereyê ya ji bo ‘Tirkiyeya bi tam serbixwe’ bi bîr tînin. Em wan bi wê helwesta wan a ku ji Filoya Şeşemîn re digotin ‘Wun herin’ û ew rijandin deryayê, bi bîr tînin.

Di van rojan de ku hinek li cem Trump û Îsraîlê disekinin û li hemberî tiştên li Filistinê tên kirin bêdeng dimînin, dema ku divê mirov xwedî li Fîloya Sumudê derkeve lê ew daxuyaniyên şermezarkirinê îmze dikin; em wê têkoşîna Deniz û hevalên wî ya li dijî Balyozê Amerîkayê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin.

Kêm ma ku em werin ser desthilatdariyê. Dema ku em bûn desthilatdar, yek ji karên me yên herî pêşîn ew e ku em vê biryara darvekirinê wekî ‘tunebûyî’ bihesibînin, di dîrokê de lêborînê bixwazin û biryarekê bidin ku li ber bîranîna Deniz, Huseyin û Yusuf bi rêzdarî serê xwe bitewînin.”

‘Ji bo avakirina Tirkiyeyeke tam serbixwe em mil bi mil radiwestin’

Ozel axaftina xwe wiha domand: “Em ji dîrokê ne dijminatiyê, lê dersan derdixin. Ji bo avakirina Tirkiyeyeke tam serbixwe ku nebe amûrê armancên emperyalistan, em li kêleka hev û mil bi mil radiwestin. Ez careke din li ber bîranîna wan bi rêzdarî serê xwe ditewînin.”

Piştî axaftinan beşdaran qaranfil danîn ser gorên Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan. Di bîranînê de gelek caran sloganên “Bijî biratiya gelan”, “Soza me ji bo Denizan dê şoreş be” û “Bimre emperyalizm” hatin berzkirin.

Li Zanîngeha Egeyê bîranîn hat lidarxistin

Li Îzmîrê, Yekîtiya Ciwanên li Dijî NATO û Şerê Emperyalist, li ber Xwarinxaneya Hejmar 1 a Zanîngeha Egeyê bîranînek pêk anî. Di bîranînê de pankarta “Di rêya Denizan de li dijî NATO û emperyalizmê” hate hildan û sloganên “Yusuf, Huseyin, Deniz; têkoşîna me didome û dê bide domandin” hatin avêtin.

Çavkanî: ÎlkeTv

Van jî bibîne

 

Trump Gef li Îranê Xwar: ‘Heke Peyman Çênebe, Dê Bombebaran Dest Pê Bike’
Li Gimgimê doza JES’ê: Şirketa projeyê daxwaza mudaxiliyê kir

Nûçeyên Sereke