Jin li Payîzavayê di çalakiya ‘jin û biharê’ de hatin gel hev

JinNûçe

🔴 Şaredariya Payîzavayê li taxa Xoşebê çalakiya “Hevdîtina bihar û jinê” li dar xist. Çalakî, li Parka Xoşabê hat lidarxistin û gelek jin tev li bûn. Çaakî, piştî xwarina taştê, bi guhdarîkirina muzîkê û axaftinan domiya.

Hevşaredara Payîzavayê Mukaddes Karakoç di çalakiyê de got: “Em ê piştevaniya jinan mezin bikin. Beriya niha şaredariya me bi destê qeyûm dihat birêvebirin. Lewma xebatên jinan nîvco mabûn. Em ê ji vir şûnde jî gelek xebatan bi hev re bikin. Em ê hefteya pêş Navenda Jiyan û Piştevaniyê ya Jinê vekin.”
Piştî axaftinan, jinan li ber stranên Aylîn Demîr Kayayê govend gerand û çalakî bi dawî bû.
/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Qamışlo: Destûreke ku bi peyvên me nehatibe nivîsîn, nûnertiya me nake…
Li Kobanê ji bo ‘zimanê Kurdî’ meş: Zimanê me nasnameya me ye

Nûçeyên Sereke