Bahçeli Ji bo Doza CHP’ê Bang Li Dadgeha Bilind Kir: ‘Divê Biryara Mutlak Butlanê Zû Bibe’

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê (TBMM) de derbarê nîqaşên hiqûqî yên li ser Partiya Gel a Komarê (CHP) daxuyaniyên girîng da. Bahçeli bang li Dadgeha Bilind kir ku derbarê biryara “mutlak butlanê” ya li ser kurultaya CHP’ê de zû biryarê bide.

Bahçeli di axaftina xwe de bal kişand ser biryara Dadgeha Îstînafê ya derbarê betalkirina kurultaya asayî ya 38’an û kurultayên piştî wê yên CHP’ê û wiha got: “Yargıtay ku merciyê îtîrazê yê li dijî biryara dadgehê ye, ji ber hesasiyeta mijarê divê biryara xwe ya li ser vê îtîrazê di demek herî nêz de eşkere bike.”

‘Hewl Didin CHP’ya Parçebûyî Rewa Bikin’

Serokê MHP’ê rûdanên dawî yên di nava CHP’ê de wekî “lîstikeke li ser CHP’ê” bi nav kir û got: “Di xala ku em îro gihîştinê de, em dibînin ku hewl tê dayîn CHP’ya parçebûyî rewa bikin.” Bahçeli her wiha destnîşan kir ku divê rê neyê dayîn siyaset û demokrasiya Tirkiyeyê birîndar bibe.

Bahçeli diyar kir ku ev geşedan li gora “saziybûna CHP’ê” nînin û bang li rêveberiya partiyê kir ku li şûna pevçûnên fîzîkî û daxuyaniyên ku aramiya civakê têk dibin, berê xwe bidin têkoşîna hiqûqî. Bahçeli bang li CHP’ê kir ku “hesasiyetên civakê li ber çavan bigre û ber bi paqijbûn û rûniştandina sîstema xwe ve gavan bavêje.”

‘Ji bo Pêvajoya Bêtiror Pêdivî bi Siyaseteke Bihêz Heye’

Serokê Giştî yê MHP’ê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên herêmî û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Di vê serdemê de ku em ber bi pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ ve diçin, ji her demê bêtir pêdiviya me bi hişê hevpar û saziyên siyasî yên bihêz heye.”

Van jî bibîne

 

Hêsirên Çavên Sûrê: Çîroka Hezar Salan a Anzeleyê
Ji bo 16’emîn Festîvala Çanda Dersîmê ya Ewropayê Banga Tevlîbûnê

Nûçeyên Sereke