🔴“Hinek hunermendên kurd rihê muzîka kurdî kuştin”
AMED (Nûpel) – Lêkoler Weysî Varli dibêje: “Di bin navê nûjentiyê de, her ku diçe bişaftina (asîmilasyona) li ser muzîka kurdî bi destê hunermendên kurd bixwe pêk tê. Bi van kiryaran, ya ku em li xwe dikin; ne tirk, ne ereb û ne jî fars dikin.”
Her ku diçe metirsiya li ser ziman, çand û hunera kurdî zêde dibe. Bi pêşketina teknolojiyê re şêweyekî cuda dikeve nava muzîkê û huner ji eslê xwe dûr dikeve. Lêkoler Weysî Varli ji Nûpel TVyê re axivî û diyar kir ku muzîka kurdî zirara herî mezin ji hunermend û saziyên kurdî girtiye. Varli got: “Tirk, ereb û eceman ziman tune kirin; hunermendên me jî rihê muzîka kurdî kuştin.”
Nûpel Tv: Di destpêka jiyana mirovahiyê de muzîk çawa ket jiyana mirovan û wekî amûreke îfadekirinê çawa geş bû?
Weysi Varli: Muzîk beriya ziman, amûreke ragihandinê ye. Jiyan bi xwe rîtm e; xweza, demsal, şev û roj rîtm in. Mirovan ew rîtm ji bo ragihandinê bikar aniye; ango bi mirovahiyê re muzîk jî heye. Li gorî zanistê, muzîk li Sumeran afiriye. Wek mînak; pîvanên dengên muzîka kurdî di rêjeyên xwedayên Sumeran de hene. Rêjeya xwedayê herî mezin 60 e, ya yê bi navê Enkî jî 40 e. Dema tu 40 û 60î didî ber hev, rêje dibe 2/3. Di sewta muzîkê de harmoniya serekî ya xwezayê ye.
Dema em li dîroka muzîkê temaşe dikin, di serdemên Sumer, Ûrartû, Gotî, Hûrî û Medan de muzîk gelekî pêşketî bûye. Di wê demê de komên muzîkê hebûn ku bi taybetî yên jinan wekî “zamerto” dihatin binavkirin. Sê beşên van koman hebûn: yên ji bo xwedawendan, yên ji bo serayê û yên ji bo dîplomasiyê kar dikirin. Îro hîna kurd li ser wê şopê ne û ji bo stranên xwe yên şînê dibêjin “zamer”.
Dengbêjiya kurdan di dema Ûrartûyan de jî hebû. Şahbanû Şobat tevî 12 hevalên xwe yên jin li lîrê dixin û dengbêjiyê dikin. Dengbêjî piştî îslamiyetê, bi qedexekirina gelek amûrên muzîkê re şêweyekî nû girt. Ji sedî 95ê dengbêjiyê bi devê jinê hatiye afirandin. Stranên me yên bi rîtmên serbest bi zimanê jinê hatine gotin. Tenê ji sedî 5ê wê bi zimanê mêran e; ew jî mêrên ku xwe bindest dîtine gotine.
Nûpel Tv: Di dîroka hunerê de rol û misyona dengbêjiyê çi ye? Dengbêjî tenê wekî stranbêjî tê pênasekirin an wekî parastina bîra civakî dikare bê nirxandin?
Weysî Varli: Konfuçyus beriya bi hezaran salan gotiye: “Ji bo tu neteweyekî tune bikî, muzîk û zimanê wî tune bike.” Ji bo muzîkê rewşenbîrên wan ên xwe-nenas û ciwanên wan besî te ne; ji bo ziman jî dayikên wan besî te ne. Îro em vê rastiyê dijîn.
Ji bo tirkîkirinê, Ziya Gokalp dinivîse û dibêje ku ji bo tinekirina zimanê kurdî divê “Darûleyhan” çêbibe. Darûleyhan konservatuar e. Sala 1916an li Stenbolê ev beş vedibe. Di vê çarçoveyê de tên Dîlok, Amed û van herêman û stranan berhev dikin. Bi sedan kilamên kurdî kom dikin û sernavên wekî “Diyarbakir Turkuleri, Antep Turkuleri, Dogu Anadolu Turkuleri” lê dikin. Ev stran jî bi destê kurdan hatine wergerandin. Piştî derbeya 12ê Îlonê, êdî TRTyê hemû stran kirin tirkî. Di oxira populîzmê de ji zimanê xwe veguhertin tirkî. Huner her tim alîgir e. Kesên alîgirê gel bin, hunera gel diparêzin; yên alîgirê desthilatdarî û populîzmê bin jî her tiştî ji bo xwe bikar tînin.
Nûpel Tv: Di warê asîmilasyona muzîkê de tespîtên we yên sereke çi ne? Ev pêvajo bandoreke çawa li ser nasnameya çandî dike?
Weysî Varli: Kesên exlaqê hunerê negirtibin, her tiştî dikin. Serhed xezîneya çanda stranên kurdî ye. Îslamiyetê herî zêde bandor li wir kir. Li wir bilûr û mey hebû. Stranên bê amûr dihatin gotin. Li dawetan bi hev re stran digotin û rîtm digirtin.
Pezê bê şivan qismetê guran e. Bi qasî ku tirk, ereb û farsan zirar dane kurdî, ji sedî 5ê wê jî bi destê saziyên me pêk hatiye. Tirkan tenê ziman guhertiye; pergal, rêsî û honandina muzîkê wekî xwe maye. Lê belê, yên me bi xwe ne rêsî, ne honandin û ne jî rîtma wê ya berê hiştine; tenê ziman bi kurdî maye. Ev tê wê wateyê ku tirk, ereb û eceman zimanê me, saziyên me jî rihê muzîka me kuştine.
Nûpel Tv: Stranên kurdî yên ku bi dehan salan hatine tirkîkirin, bi kîjan armancê hatin guhertin? Kîjan sazî an kesan ev pêvajoya “wergerandin û asîmîlekirinê” bi rê ve bir?
Weysî Varli: Li vir gunehbarê herî mezin MKM ye. Ne bi zanabûn kirin, lê yên ku pêşengî dikirin di bin bandora Grup Yorum, Ahmet Kaya û Zulfu Livaneli de bûn. Wan ew pergal wekî modernîte, hemdemî û şoreşgerî qebûl kirin û kirin rê û rêçik. Her kes li ser wê rêyê çû û ev ji nezanînê pêk hat. Li Qerejdaxê gotinek heye, dibêje: “Rêberê şaşan kor be, rê nayê dîtin.”
Yekî Erziromî bi navê Mustafa Ozdemir 22 albûm çêkirine û tê de 380 kilam gotine. Ji wan tenê 10 heb bi kurdî ne û 370 heb ji kurdî wergerandine tirkî. Min kilamên wî yên kurdî yek bi yek tespît kirin, lê hunermendên me yek ji van kilaman negotine. Yên ku ew kilam gotine jî, tev dijberê çanda me ne. Di vê rewşê de gunehbar ez im yan ew in? Helbet ez im ku min xwedî lê dernetiye. Em dibêjin Celal Guzelses, Îzzet Altinmeşe, Burhan Çaçan û gelekên din kilamên kurdî kirine tirkî. Lê belê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kesekî ji Enqereyê tîne û li Qonaxa Cemîl Paşa panelê pê dide çêkirin û dibêjin: “Yên muzîka Amedê parastine ev in.”
Nûpel Tv: Komên muzîkê yên ku di salên 90î de derketin, bandoreke çawa li ser şêwaz û pêşkeftina hunera kurdî kirin?
Weysî Varli: Li cîhanê di şoreşan de muzîkê her tim roleke girîng lîstiye. Li Kurdistanê jî wisa bû. Piştî salên 1970yî Şivan Perwer, Koma Agirê Jiyan, Koma Dengê Şoreş, Koma Dengê Azadî û Koma Kawa her yekê ji rêxistinekê zêdetir bandor li ser gel kir. Piştî salên 90î, piştî ku Tevgera Azadiyê sazî avakirin, ya ku bandor li ser gel dikir gotinên stranan bûn. Ew rêsî û melodiyên di bin gotinan de şopek di hişê mirovan de hişt. Wek mînak; dema em li strana “Agir û Mirov” guhdar dikin, kesî nediperisî ka li gorî kurdewariyê ye an na.
Nûpel Tv: Rewşa hunera kurdî ya nûjen ku îro bi awayekî dîjîtal tê hilberandin çi ye?
Weysî Varli: Nûjenbûn, li ser kok û esasê xwe bersivdayîna demê ye. Teqlîtkirina demê ne nûjenbûn e, xwe-tunekirin e. Mînak; Dilşad Seîd û gelek komên wekî wî hene ku li ser koka xwe bersiv dane demê. Xwezî hemû hunermendên me bi vî esasî kar bikiribana. Hinek bi navê nûjeniyê, esasê muzîka kurdî ya bi 17 navberan tune dikin û pîvanên Ewropî yên bi 12 navberan tînin cihê wê. Ev wekî wê yekê ye ku tu bi alfabeya tirkî navê Ehmedê Xanî binivîsî; nav dibe “Ahmedî Hanî”.
Rîtma muzîka kurdî ji çar tiştan rih girtiye: ji şer, kar, coşa bedenê û girî. “Ey Raqîp” û “Kîne Em” rîtma şer in. Strana “Ne migo Xezalê Rebenê” ya govendê ye, “Pora Xezala Min Sor e” ya girî ye. Ya kar jî wekî “Hey Pal e Pal e” ye. Lê îro li gorî mantiqa Ewropî muzîkê li ser stranên kurdî bar dikin. Ew pîvanên Ewropî ne, ne stranên min in.
Weysî Varli kî ye?
Weysî Varli, sala 1958an li taxa Korê ya Amedê ji dayik bû. Heta sala 2016an li wê taxê jiya. Bavê wî bilûrvanekî jêhatî bû. Varli dibêje muzîk mîrateyeke genetîk e. Wî bi kurdî distira lê kurdbûna xwe nas nedikir: “Min sala 1975an bi kilama Evdilayê Xazo netewebûna xwe nas kir. Wê kilamê pirs wekî ‘Ez kî me?’ di hişê min de çêkir.”
Di navbera salên 1975 û 1977an de xebatên muzîkê meşandin û piştre bi hunermendên wekî Dilgeş, Birader, Rojhat, Nesrîn û Koma Şoreş re kar kir. Gelek kaset amade kirin. Piştî sala 1988an êdî neçû ser dikê (sehneyê) û tenê dest bi lêkolînên li ser muzîka kurdî kir.










