Veysi Varli: Bedenek Bê Ruh, Berxwedanek Bê Ziman

Nîvîskar

Mirovekî bînin ber çavên xwe…

NÛPEL – Kesekî ku nêzî sî salên temenê xwe di nav îşkenceyan, girtîgehan û sirgûnan de derbas kiriye. Ji bo nasnameya xwe ya neteweyî, ji bo zimanê xwe û ji bo azadiya gelê xwe bedel daye. Di salonên dadgehan de ne tenê xwe, lê dîroka gelê xwe parastiye. Li hemberî zext, înkar û îşkenceyan serî daneniye. Hîn bûye ku neteweyek bê ziman, wek bedenek bê ruh e; ku heke zimanek were tunekirin, ew gel jî bi demê re dê ji holê rabe û tunebibe.

​Li welatekî ku bi salan zimanek hatiye qedexekirin, dengê neteweyekê hatiye bêdengkirin û çanda gelekî hatiye şikandin, berxwedan tenê bi çekan nayê kirin. Carinan bi gotinê, bi stranê, bi çîrokê û herî zêde jî bi zimanê dayikê tê kirin. Ji ber vê yekê kesê ku bi salan li zindanê ma, di bin îşkenceyê re derbas bû û li dadgehan bi serbilindî li hemberî dewletê rawestiya û serî xwar nekir, di çavê gelê xwe de bû sembola hêvî û berxwedanê.

​Lê paşê heman mirov ew ê pênûsê hilde destê xwe û roman û çîrokan bi Tirkî binivîsîne.

​Helbet nivîskarî vîna azad a kesî ye. Mafê tu kesî nîne ku ji kesekî re bêje: “Tu çima bi vî zimanî dinivîsînî?” Mirov dikare bi Kurdî binivîsîne, dikare bi Tirkî an jî bi zimanekî din. Ev tercîha wî ye. Lê gava mesele tenê ji tercîha zimanekî derdikeve û dibe pirsgirêka çandî û dîrokî, li wir mafê rexnekirinê jî çêdibe.

​Çimkî mesele tenê nivîsandina romaneke kesane nîne. Mesele girtina destanan e ku hafizaya kolektîf a gelê Kurd e; girtina wê wêjeya devkî ye ku bi dengê dengbêjan ji nifşekî derbasî nifşê din bûye. Derwêş û Edûlê, Kirwê Sînan û hezaran çîrok û destanên din, ne bi zimanê serdestan, lê bi zimanê gel hatine afirandin. Ew bîranîn, ew ruh, ew bîr, bi dehan salan ji devê dayikan derbas bûye û gihîştiye heta îro. Û tu yê rabî van berheman biguherînî zimanê serdest ê dagirkeran.

​Ji ber vê yekê ye ku ziman tenê amûra axaftinê nîne. Ew xwîna bîranînê ye. Ruhê neteweyekê ye.

​Lê li vir pirsek girîng derdikeve holê:

Ger ziman ew qas pîroz e, ger ew bingehê hebûna neteweyekê ye, wê demê gelo çawa kesekî ku bi navê parastina vê nasnameyê sî salan berxwedan kiriye, di dawiya dawiyê de dest bi nivîsandinê dike bi zimanê serdest?

​Ev ne pirseke nefretê ye. Ne jî inkara berxwedanê ye. Ev pirs, pirsa hestiyariyê ye. Em nikarin şert û mercên zindanê, tenêtiya salan û êşên kesane bi hêsanî biçûk bibînin. Belkî ew kes gotiye ku “ez dixwazim dengê xwe bigihînim cîhanê.” Belkî bawer kiriye ku bi Tirkî ew ê bêhtir were xwendin. Em dikarin vê fam bikin. Lê famkirin ne heman tişt e bi bêdengmayînê.

​Ji ber ku pirs li vir e:

Ma ev qas cefa û ev qas berdêl ji bo vê yekê bû?

Ma ji bo ku tu çanda xwe bi destê xwe bixî xizmeta zimanê serdest?

Ma ji bo temamkirina asîmîlasyona ku dewletê bi salan bi zorê nekir, niha bi dilxwazî bi cih bînî?

​Çimkî dema em li rabirdûyê dinêrin, em tiştekî pir zelalcol dibînin. Ne tenê karbidestên dewletê bûn ku stranên gelêrî yên Kurdî veguherandin Tirkî. Nida Tüfekçi, Muzaffer Sarısözen, Halil Bedii Yönetken, Celal Güzelses û gelekên din kilamên Kurdî kom kirin, navê wan guhertin û wan bi navê “Türk Halk Müziği” tomar kirin. Paşê jî gelek hunermendên Kurd, wekî İbrahim Tatlıses, İzzet Altınmeşe, Selahattin Alpay, Burhan Çaçan û yên din, ew kilam bi Tirkî gotin û bi awayekî ku koka wan ne diyar bû, pêşkêş kirin.

​Encama wê çi bû?

Bi milyonan mirov bêyî ku qet bizanibin ew berhem di eslê xwe de Kurdî bûn, mezin bûn. Deng Kurdî bû, ruh Kurdî bû, lê nav û nasname hatin guherandin.

​Ji ber vê yekê pirs derdikeve holê:

Çima divê em heman tiştî cuda bibînin dema ku ew îro bi rêya wêjeyê tê kirin?

Cudahiya bingehîn a di navbera guhertina zimanê stranekê û guhertina zimanê destanekê de çi ye?

Her du jî bîra gel vediguhezînin zimanê serdest. Her du jî xizmeta helandina çandî dikin. Her du jî, bi demê re, çavkaniyê nedîtbar dikin.

​Lêbelê tiştê herî biêş ev e: Desthilatdar gelek caran nikarin gelekî bi temamî ji holê rakin. Ji ber vê yekê asîmîlasyon bi riya kesên ku ji nav wê civakê derdikevin, kûrtir dibe. Kesên ku dev ji zimanê xwe berdidin, çanda xwe vediguhezînin zimanê serdest û nirxên gelê xwe di navenda zimanekî din de pêşkêş dikin — çi bi zanebûn be, çi bi nezanî be — dibin parçeyek ji vê pêvajoyê.

​Ji ber ku mesele tenê meseleya “azadiya hunerî” nîne.

Ew meseleya helwesta exlaqî ye.

Meseleya wê yekê ye ku tu li hemberî dîrokê li ku derê disekinî.

​Ev gotin ne ji bo bêhurmetiyê ne. Tu kes nikare salên zindanê, îşkence û fedakariyên kesekî înkar bike. Lê rêzgirtin divê mirovan kor neke. Mirov dikare di heman demê de hem rêzê li têkoşîna kesekî bigire, hem jî li hemberî helwestekî ku bi ziman û nasnameyê re nakokî çêdike, rexne bike. Çimkî neteweyek ku ji rexneyê ditirse, nikare xwe nû bike.

​Dewleta dagirker ji bo tunekirina zimanekî tenê qedexe û zindanê bi kar nayîne. Rêbazên nermtir û xeternaktir çêdike. Asîmîlasyon tenê bi zorê nayê kirin; carinan bi heman kesên ku ji nav wî gelî derdikevin tê temamkirin.

​Ji ber vê yekê ye ku mesele ne tenê meseleya zimanekî ye.

Meseleya hebûn û nebûnê ye.

​Û di dawiyê de, divê mirov bipirse:

Tu bi rastî xizmeta kê dikî?

Bîra gelê xwe?

An ew pergala ku hêdî hêdî wê ji holê radike?

Veysi Varli

 

Van jî bibîne

 

Amerîka: Pêşmerge li hemberî êrişên Îranê bêparastin in
Ji zarokatiya xwe ve li dû dengbêjiyê ye

Nûçeyên Sereke