NÛPEL – Ergun Haydaroglu ku ji Ocaqa Şêx Delîlê Berxecan e, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku li Dêrsimê tên meşandin û bang kir: “Bila Dersîmî qîmeta baweriya xwe, heqîqeta xwe, rêya ku ketine û îqrara ku dane bizanibin û wê neterikînin.”
Polîtîkayên şerê taybet ên ku li Kurdistanê tên meşandin, bi taybetî di rojên dawî de li Dersîmê li ser baweriyê tên domandin. Kolandina mekanên pîroz di bin navê “defîneyê” de, êrîşên li ser bizinên kovî yên ku wekî “Dewara Xizir” tên dîtin û pîroz tên hesibandin, her wiha ferzkirina îdeolojiya Sûnî-Îslamê ya di perwerdehî û jiyana civakî de, tenê çend mînakên êrîşên li ser baweriya Rêya Heq in. Baweriya Rêya Heq ku xwedî pergala ocaqan, avaniyeke komunî û azadîxwaza jinê ye û xwe dispêre xwezayê, di heman demê de jiyana civakî jî hûnandiye. Lê belê di salên dawî de, bi taybetî qeyûm û waliyên ku tên tayînkirin, herî pêşî berê xwe didin qada baweriyê.
Statûya parastinê ya Mûziro (Mûzir Bawa) ku berê Şûnwarê Sîtê yê Dereceya 1’emîn bû, di sala 2023’yan de hate daxistin û piştî wê “rêveberiyên peyzajê” hatin kirin. Par, tevî bertekên gel, li Mûzir Bawa mescidek hate çêkirin. Êrîşeke din a li ser baweriyê jî, di hefteyên borî de li ziyareta Dûzgino (Dûzgin Bawa) qewimî ku nîşaneyên pîroz ji aliyê kesên li defîneyan digerin ve hatin kolandin û texribkirin. Her wiha di salvegera Komkujiya Dersîmê de (4’ê Gulanê) bi beşdariya Waliyê Dersîmê, ji aliyê Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî-Bektaşiyan ve “Lûtkeya Dedeyan” hate lidarxistin. Cemxaneya Tunceliyê bi xebatên ku bi salan e dimeşîne, veguheriye navenda hilberandina polîtîkayên şerê taybet.
‘Mekanên Pîroz Ên Gel in’
Ergün Haydaroglu yê ji Ocaqa Şêx Delîlê Berxecan diyar kir ku baweriya Rêya Heq li Dersîmê di kevir, ax, av û rojê de her roj ji nû ve jiyanê dibîne. Haydaroglu anî ziman ku dordora baweriya Rêya Heq bi dîn hatiye dorpêçkirin û wiha got: “Niha heke bawerî veguhere dîn, êdî nabe parastina gel, dibe amûreke ku hêzên serdest ji bo parastina meqamên xwe bi kar tînin. Hewldana veguherandina fîgureke Îslamî, tê wateya di dest de girtinê. Baweriya Rêya Heq baweriyeke wisa ye ku bi temamî ji hezkirin û rêzgirtina li xweza, mirov û gerdûnê, û bi vî rengî mezinbûna di vê heqîqetê de pêk tê. Ji ber vê yekê ye ku baweriya me, bi taybetî di 100 salên dawî de, bi asîmîlasyon û êrîşên pir giran re rû bi rû maye. Li her çiya, gelî û çemên erdnîgariya Dersîmê jiyar û diyarên me hene. Yanî mekanên me yên pîroz, ocaqên me. Ev mekanên ku bi salan e bi hezaran mirov diçinê, niyazên xwe dikin, miradên xwe dixwazin, lûtfê dixwazin û li wir digrîn, nikarin di bin serweriya tu kesî de bin û nikarin li derdora çepera dewletekê bên hûnandin. Mekanên pîroz ên gel in.”
‘Têkiliya Cemxaneyê bi Baweriyê Re Nemaye’
Haydaroglu anî ziman ku cemxaneya yekane ya li navenda Dersîmê bi rengekî komunî hatiye avakirin û di salên ewil de bi beşdariya girse ya gel erkanên cemê dihatin meşandin. Haydaroglu bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoya paşê de cemxane bûye navenda polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha pê de çû: “Têkiliya rêveberiya cemxaneya li vir, ji nêz û dûr ve bi baweriya me re nemaye. Berevajî vê, dewletê dane pişt xwe û bi saziyên dewletê re bi hev re dixebitin. Tişta ku dibêjin ev e: ‘Êdî hûn jî herin mizgeftan, rojiya Remezanê bigirin’, yanî dixwazin meseleyê bînin ser vî tiştî. Cemxaneya Dersîmê mekanekî pîroz e ku gel bi xwêdana eniya xwe û bi keda xwe ava kiriye. Niha di vî mekanî de Mewlûd û Quranê didin xwendin an jî hundirê cemxaneyan bi fîgurên mirovên cuda dixemilînin. Di kîjan navenda baweriyê de ev tişt tê kirin? Yanî di Xiristiyaniyê de, di dêrê de, di katolîkbûnê de, di hewrayê de ev heye? Yan jî di mizgeftan de heye? Rêveberiya vê cemxaneyayê mîna ku di xala diyarkirina baweriya heq de rolekê ji xwe re dibîne. Bifikirin, me di nava vê salê de hewl da ku erkanên cuda yên cemê bimeşînin. Li her devera ku em çûnê, rûspiyên dewletê bi rêveberiya heyî re, bi kesên ku bi wan re hevkariyê dikin re cem danîn.”
Haydaroglu diyar kir ku rêveberên ku tên Dersîmê, di mehên xwe yên ewil de di bin navê “hizmetên cuda yên baweriyê” de xebatên ku rê li ber asîmîlasyonê vedikin dikin û got ku xebatên li ziyaretgehan tên kirin cewhera van deran xira dikin. Haydaroglu anî ziman ku armanca tişta ku li Dersîmê tê xwestin çêkirina civakeke ji cewhera xwe qutbûyî, ya ku pirs nake û tenê biat dike ye û wiha axivî: “Dersîmê êşên pir mezin dîtin, qirrkirin dîtin, dîroka wê hate tunekirin. Ocaqên wê, pîrên wê komkujiyên mezin dîtin, di veguhestina nifşan de hinek pirsgirêk derketin. Di gihandina rîtuel, bawerî û felsefeya jiyanê ya ji bo nifşên nû de hinek pirsgirêk çêbûn. Helbet gelê Dersîmê dîsa jî li dijî asîmîlasyonê belkî gelê herî berxwedêr e ku hewl dide baweriya xwe bijî. Bi vî rengî ku, mînak di salên borî de li Sekasurê canan çûn û bi rojan têkoşîn kirin. Heman hestiyarî li dijî Dûzgino, li dijî Mûziro heye, li hin gundên me li dijî çêkirina mizgeftan berxwedan tê nîşandan. Lê belê sed heyf ku rewşa rêveberiya Cemxaneya Dersîmê ya ku dibêje em nûneriya gelê Dersîmê dikin, êdî nayê fêmkirin. Bifikirin, em li vir di rojeke ku pîrên me, ocaqên me hatine qetilkirin de bîranînekê çêdikin. Di heman rojê de, di 4’ê Gulanê de, bi destê dewletê dede tên anîn. Piraniya van dedeyan jî zarokên van pîrên me ne, ji malbata ocaqan in. Di wê rojê de li ser vê komkujiyê yek peyvê jî napeyivin. Li dijî kesên ku pîrên wan, ocaqên wan, bav û kalên wan qetil kirine, nikarin yek peyvê jî bibêjin. Xala ku em jê re dibêjin asîmîlasyon û dibêjin êdî ji rê û îqrarê ketine, tam ev der e.”
‘Bila Dersîmî Rêya Ku Ketine Terek Nejên’
Haydaroglu diyar kir ku li Dersîmê baweriya Xizir ew tişt e ku tena civakî û jiyana komunî hûnandiye û wiha got: “Ji bo ku Dersîm ji van hemû şewat, felaket û êrîşan bikaribe hinekî jî be bi hev re bimîne, pişta herî mezin ocaqên wê, ziyaretgehên wê û helbet Xizir e. Çi dikin bira bikin, niha tu nikarî hezkirina li hundirê mirovekî jê derxî û bavêjî. Tu hewl didî tunebikî, belkî bedenê bikujî, lê tu nikarî wê fikriyatê bikujî. Gelê Dersîmê gelekî wisa ye ku xwe dispêre Xizir, bangî Xizir dike, diçe hawara hev û dibe canê hev. Heke civakek îro hîn jî dikare hebûna xwe biparêze, ev tam bi xêra wî girêdana kûr û enerjîk a ku me bi xwezayê re çêkiriye ye. Tevî kesên ku dixwazin raborî û dîroka me bi me bidin ji bîr kirin, divê em her canê xwe hez bikin û hewl bidin ku vegere ser îqrara xwe, ocaqa xwe, pîrê xwe. Divê em li gorî ku ji destê me tê û zimanê me dizivire, li gorî baweriya heq bijîn. Bila Dersîmî qîmeta baweriya ku dijîn, heqîqeta xwe, rêya ku ketine û îqrara ku dane bizanibin û wê neterikînin.”
Çavkanî: MA









