Nameya ji bo zarokan a Mojteba Waisi ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat înfazkirin, hat weşandin.
Nameya ji bo zarokên li Pirtûkxaneya Kurdî perwerde didîtin a Mojteba Waisi ku di 28’ê Gulanê de li mala ku bi birayê xwe Meysem Waisi re dijiya hat înfazkirin, hat weşandin. Wergera nameya du rûpelî ya Mojteba Waisi bi Soranî wiha ye: “Carinan hestên min ber bi wê pirtûkxaneyê ve difirin ku ruhê min ji bo pirtûkan baskên xwe dihejînin. Ez bêriya her yek ji zarokên di pirtûkxaneyê de dikim: Mêhiya, Mahbub, Sena, Aylin, Servînaz, Hena, Mübin, Diana, Atusa, Hesti, Alov, Negar, Ayda, Terane, Haniye, Aydin, Berhem.
Gelo ez ê rojekê pêşeroja wan bibînim ku ew mezin bûne? Gelo ez ê şahidiya pêşeroj û mezinbûna wan bikim? Ez nizanim. Lê ji kûrahiya dilê xwe, ez ji her yekî ji wan re tenduristî, şehrezayî û jiyaneke birûmet dixwazim. Ez ji wan hez dikim; ez ji wan re zanîn û şehrezayiyê dixwazim ku ji xapandin û hîleyên mirovan dûr bisekinin, mirovî bin û wê nîşan bidin, azadî, lêgerîna edaletê, xizmeta ji bo gel û helwesteke bênavber mîna darên berû yên bi kok û esilzade. Bi hêviya dîtina we di cîhaneke azad û ronakbîr de… Serfiraziya neteweyê û mezinbûna we daxwazên min ên herî mezin in. Bila heq bi we re be; bila heq piştgirê we û penageha we be.
Di hemû şert û mercan de ez bi bêhêvî û aloziya derûnî tijî me. Bêhêvî li ser pêşerojeke nediyar… Bêhêvî ji nezanîna tiştê ku dê bibe, ji nekarîna pêşbînîkirina ka bûyer dê çawa biqewimin derdikeve holê. Ev ê çiqas bidome? Gelo jiyana vî zalimî dê bi dawî bibe, gelo ev serdema zulmê dê bi dawî bibe? An jî zalimekî din dê li şûna wî rabe? Gelo ev çerxa xerab dê xwe dubare bike? Desthilata dîktator dê çawa were hilweşandin û şikandin?
Gelo divê wêrek bi can û milkên xwe bedêla azadiyê bidin, lê bêrûmet û tirsonek bibin xwediyên hêz û xudperestiyê û li ser textê serwerî û rêveberiyê rûnin? Gelo divê ew mirovên paqij ên ku şer kirin û jiyana xwe winda kirin tenê wêneyan li girtîgehan bihêlin? Gelo encama hemû hewildan û mirinên hevalên min dê ew be ku pêşeroja neteweyê bikeve destên wan kesên ku tenê ji bo berjewendiya xwe desthilatdariyê dixwazin? Lê divê desthilatdarî ji bo xizmetkirina mirovan û mirovahiyê were bikaranîn. Di demeke nêzîk de, girêdan û zincîrên vê koletiyê dê ji nû ve werin sazkirin…
SERTEWANDIN ŞERM E
Lê xemgîniya serhildana ji bo şerê li dijî zaliman ji bo min ne çavkaniya bêhêvîtiyê ye; berevajî vê, ew herikîna jiyanê û wateya jiyanê ye. Di vê cîhana vala û bêwate de ku min wate daye wê, serîtewandina li hember zalimtiyê tenê ji ber tirsa mirinê û hewcedariya jiyanê ji bilî şerm û şermezariyê ne tiştekî din e.
Dilsoz,
Piştgir û parêzvanê we.
Berxwedan bi xwe jiyan e.
Serhildan bi xwe jiyan e.”
/Çawkani: Ajansa Mezopotamya/









