Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), Banka Cîhanî û Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) lûtkeyeke krîtîk pêk anî.
Armanca lûtkeyê nirxandina bandorên aborî yên şerê Rojhilata Navîn bû ku her diçe gurtir dibe.
Saziyan piştî lûtkeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya hevpar de hat destnîşankirin ku Amerîkayê Tengava Hurmizê dorpêç kiriye.
Ji ber vê dorpêçê stokên petrolê yên cîhanî ber bi tunebûnê ve diçin.
Her wiha hat hişyarkirin ku beriya demsala havînê ewlehiya dabînkirina enerjiyê di bin gefeke mezin de ye.
Ev her çar saziyên mezin rêberiya aboriya cîhanî û bazarên enerjiyê dikin.
Piştî ku krîza leşkerî ya li Rojhilata Navîn hevsengiyên makroaborî hejandin, ew bi rojeveke awarte civiyan.
Krîza enerjiyê û xetên bazirganiyê
Serokên IEA, IMF, Koma Banka Cîhanî û WTOyê beşdarî lûtkeyê bûn.
Di lûtkeyê de şerê di navbera Amerîka û Îranê de hat gotûbêjkirin.
Serokan bi taybetî li ser bandorên wêranker ên vî şerî yên li ser xetên bazirganiyê û korîdorên enerjiyê sekinîn.
Piştî civînê, ji bo raya giştî ya navneteweyî hişyarînameyek hat ragihandin.
“Dê stokên petrolê bi lez bihelin”
Li gorî nûçeya Ekonomimê, saziyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de behsa girîngiya Tengava Hurmizê kir.
Tengava Hurmizê wekî reha can a bazirganiya petrolê ya cîhanî tê naskirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber dorpêça Amerîkayê ya li ser Tengavê, veguhastina deryayî bi temamî rawestiyaye.
Di raporê de hat destnîşankirin ku asêbûna lojîstîkî ya veguhastina enerjiyê stokên cîhanî xelas kirine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hişyarî hat dayîn:
“Eger çûn û hatina deryayî di demeke nêzîk de venegere rewşa xwe ya asayî, dê stokên petrolê bi lez bihelin.
Demsala havînê daxwaza ji bo petrolê li Nîvgoka Bakur digihîje lûtkeyê.
Ev rewş ji bo ewlehiya sotemeniyê, aramiya bazarên cîhanî û berxwedana aboriyê rîskên mezin bi xwe re tîne.”
Barê şer li ser milê welatên hejar e
Her çar saziyên mezin da zanîn ku aboriya cîhanê niha li ber xwe dide.
Lê eger şokên jeopolîtîk kûrtir bibin, ev rewş dê nedomdar be.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser neheqiya dabeşkirina zerera aborî ya şer û hat gotin:
– Ji ber pêla şer, lêçûnên sotemenî û gubreyê gelekî zêde bûne. Ev yek jî hilberîna çandiniyê û ewlehiya xwirekan dixe bin metirsiyê.
– Nezelaliya cîhanî û windakirina karan, herî zêde bandoreke dijwar li welatên di bipêşketinê de ne û welatên hejar ên kêmdahat dike.
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de qala rêyên çareseriyê hat kirin.
Hat diyarkirin ku ji bo rêlibergirtina kûrbûna krîzê, divê bi rêya dîplomasiyê mekanîzmayeke piştgiriyê ya hevpar were avakirin û ev mijareke jiyanî ye.
Her çar saziyan ragihand ku ew ji bo parastina aramiya darayî û zincîreya dabînkirinê amade ne.
Saziyan destnîşan kir ku ew amade ne senaryoyên rewşa awarte bixin dewrê.
/Çawkani: Rûdaw/










