Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî darve kirin

Nûçe

NÛPEL – Rejîma Îranê girtiyên siyasî yên bi navên Mûhammed Mesûm Şahî û Hamed Walîdî darve kirin.

Ajansa nûçeyan a Tasnîmê, ku nêzî Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ye, ragihand ku endamên Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (MEK) Mûhammed Mesûm Şahî (38 salî) û Hamed Walîdî (45 salî) hatine darvekirin.

Girtiyên siyasî Şahî û Walîdî, piştî ku duh ji Girtîgeha Kerecê ber bi cihekî nenas ve hatibûn veguhestin, bi awayekî veşartî hatin darvekirin.

Sedema sereke ya sûcdarkirina endezyarê avahîsaziyê Walîdî û teknîsyen Şahî, serdana wan a ji bo Herêma Kurdistana Federal bû. Di nûçeya Tasnîmê de hate îdîakirin ku “van kesan bi rêya qada sîberê têkilî bi efserên Mossadê re danîne, çûne Herêma Kurdistanê ya Iraqê û li wir li ser operasyonên terorîstî û çalakiyên sabotajê perwerde dîtine û paşê vegeriyane welat.”

Van jî bibîne

 

Di Dosyeya Gulistan Doku de Skandala PolNetê: Gelek Polîsan xwe gihandiye Agahiyan
Li Enqereyê di fabrîkaya boyaxê de şewat: Karkerek winda ye

Nûçeyên Sereke