NÛPEL – Di siyaseta burjuvayê de her weha bendewariya “Evqas jî nabe! Evqasî jî nakin!” pir bilind bû. Lê belê parlamenterekî berê yê AKP’yî hefteya borî got: “Biryar hatibû girtin, tam wê li UYAP’ê (Sîstema Agahdariyê ya Tora Hiqûqê) bihata barkirin, di xuleka dawî de ji bo dîrokeke din hat paşxistin.” Lê duh butlana mutleq (bêbandoriya mutleq) hat barkirin. Serserî dergehekî cehenemê hat xistin; ji bilî Îttîfaqa Cumhûr di her kesî de halekî şokê heye. Wekî sîfet, ez difikirim ku edalet û demokrasiyê ev ax pir zû bi şûn de hiştiye, lê ez pir dixwazim ku xelet derkevim.
Di van encaman de ez rola Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel înkar nakim. CHP û Ozgur Ozel ên ku hilbizartinên herêmî yên dawî qezenc kiribûn û bibûn partiya yekem a Tirkiyeyê, di cih de çûn ber deriyê AKP’ê û bi navê normalbûnê (!) dem û fersend dan wan ku ji nû ve bi hêz bibin; ev yek di siyaseta burjuvayê de pir lîberal û hûmanîstî (!) bû. Ez wisa difikirim ku Özgür Özel di nav ruhê mehkûmekî de ye ku cezayê îdamê lê hatiye birîn û diçe ser sêdarê. Di nav rewşa mehkûmekî îdamê yê ku ber bi sêdarê ve dimeşe û dibêje “Bila ev bibe ders ji min re!” de ye. Replîkekî komîk heye ku dibêje “Xwedê nifretê li vê hezkirina mirovan a di nav min de bike!”; tam ev poşmaniya ku nikare bîne ziman di vê rewşê de ye. Ev alegoriyên (şibandinên) ku min kirine, ramanên min ên razber in. Ez pir dixwazim ku xelet derkevim.
Shakespeare di Hamlet de, li ser sûrên Kela Elsinoreyê, ji eskerê ku nobetê digire re dibêje: “Tiştekî riziyayî heye di Keyaniya Danîmarkayê de.” Di Hamlet de keyanî riziyaye, ji ber ku Claudius birayê xwe yê resen kuştiye û bêceza maye. Di rejîmên totalîter de, civaka ku tê tepisandin ji hundir ve dirize û di encamê de bêhnên hov li derdorê belav dibin. Lê civak piştî demekê wisa fêrî vê bêhnê dibe ku êdî riziyan nayê fêmkirin. Ez hêvî dikim ku em tu carî neyên vê rewşê.
Di Hamlet de yê ku lîstik da destpêkirin, xeyala (ruhê) keyê berê bû. Ji bo ku neheqiya ku lê hatibû kirin ji kurê xwe re vebêje, vedigeriya. Ez hêvî dikim ku xeyaleke wisa li ser van axan negerî we. Ji ber ku divê Tirk û Kurd li ser van axan di asteke wekhev, adil û di bin banê dewleta hiqûqê de, bi azadî di nav “Komara Demokratîk” de bijîn.
Gelo hinek hêvî tune ye? Helbet heye. Tatar Ramazan, karakterê hunermendê sînemayê yê pîroz Kadîr Înanîr ê ku ez jê pir hez dikim û teqdîr dikim (ku ji ber nexweşiya xwe di van rojên dijwar de ye û ez jê re şifaya xêrê dixwazim), hat bîra min. Ew dibêje: “Ez ê vê lîstikê xera bikim!” Tatar Ramazan ne tenê qebadayiyek bû, ew di nav wî sîstemî de hebûneke îtirazê bû. Rêya wî her tim di girtîgehan re derbas dibû. Di nav sîstema wan deman de asê mabû, lê ruhê xwe winda nekiribû. Ez hêvî dikim ku ev lîstik ji aliyê mirovên xwedî aqil û ji bo paşeroja gelên ku li ser vê axê dijîn, were xerakirin.
Bawer bikin, min ev şibandinên ku kirine bi zorê kirin, bi rastî zimanê min jê re negot. Her cure pêvajo tê û derbas dema xwe temam dike. Rêveberî, îktîdar, dewlemendî, xizanî, refah, zehmetî, girtîgeh û hwd. Her tişt tê û derbas dibe, lê tenê tiştê ku derbas nabe, kirinên me yên di jiyana me de ne. Em her tim bi qencî û xerabiyên xwe tên bîranîn. Tiştê ku derbas nabe tenê ev e.
Ez dixwazim tiştên xweş bibin. Belê, carinan krîz û neyinî dibine sedema qencî û rûmetê. Ez hêvî dikim ku wisa bibe. Hemû mirovên ku li ser vê axê dijîn, hewceyî aramî, hezkirin, aştî û bextewariyê ne.
Bulent Tekin










